Li Bernê ji bo piştgiriya bi Gulmen, Ozakça û Gunê re çalakî

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê ji bo Nûriye Gulmen û Semih Ozakça yên ji kar hatine avêtin û dest bi greva birçîbûnê kirine û ji bo Kemal Gun ê ku ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe 79 roj in ketiye greva birçîbûnê, çalakiya piştgiriyê hate lidarxistin.

Ji bo piştgirîkirina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên ku piştî bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de ji kar hatin dûrxistin û ji bo dubare vegerin ser karê xwe  û Kemal Gun ê ji bo cenazeyê kurê xwe bigire, ev 79 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê hate lidarxistin.

Çalakgerên ji Kurdistanî û Tirkiyeyan pêk tên ku li pêşiya stasyona trenê ya navenda Bernê kombibûn, wêneyên Gulmen, Ozakça û Gun hildan, belavokên bi zimanê Elmanî belavkirin. Çalakî di saetên şevê de bi dawî bû.