Li Bernê ji bo penaberên li Yewnanistanê çalakî hate lidarxistin

Li girava Mîdîllî ya Yewnanistanê agir bi kampa penaberan a Morîayê ketibû û bi hezaran penaber mexdûr bûbûn. Çalakiyên ji bo penaberan didome.

Bi hezaran kes li kantona Bernê ya Swîsreyê hatin ba hev û bang li rayedaran kirin ku bila ji bo Morîayê têkevin nav hewldanan.

Di çalakiyê de kolanên Bernê ji trafîkê re hate girtin û meşek hat lidarxistin. Bi hezaran kes li Bûndesplatzê li pêşiya avahiya hikumeta Federal hatin ba hev û bang li hikumeta Swîsreyê kirin ku bila penaberanên li Girava Mîdîllî ya Yewnanistanê bînin Swîsreyê.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li kampa Morîayê 12 hezar penaber dijîn. Çalakî bi banga 29 rêxistinan hatibû lidarxistin û penaberên li kampa Morîayê qala şertên dermirovahiyê yên kampa Morîayê kirin.