Li Bernê faşîzma AKP’ê hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên ku li Bernê kom bûn, faşîzma AKP’ê protesto kirin. Di axaftinên mîtîngê de banga bilindkirina berxwedanê li Ewropa hate kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li Bernê kom bûn, faşîzma AKP’ê protesto kirin. Di axaftinên mîtîngê de banga bilindkirina berxwedanê li Ewropa hate kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Bern ê Swîsreyê kom bûn mitîngek li dar xistin. Operasyonên êrîşên qirkirinê di serî de yên li ser Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdan, parlemeterên HDP’ê û siyasetmedarên Kurd protesto kirin.
Di mitînga ku li Bern Weîsenhaûsplatzê hate lidarxistin de, li gel wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag, parlementerên girtî, alên HDP’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Her wiha di mitîngê de tim dirûşmên dijberî Serokkomarê Tirk Erdogan û AKP’ê hatin qîrkirin.
Di mitîngê de hêserkî mezin a gel li dijî rejîma Erdogan hebû, daxwaz hate kirin ku hêzên navneteweyî li dijî dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.
Zozan Dêrik a ku di mitîngê de li ser navê PYD’ê axivî diyar kir ku dewleta Tirk bi windahiya xwe ya li Rojava dixwaze tolê ji Bakûrê Kurdistanê hilîne, berxwedana gelê Kurd wê rejîma Erdogan û AKP’ê bi dawî bike.
Piştî axaftinên Dêrik di axaftinên li ser Dem-Kurd û MLKP’ê de, êrîşên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin, bal kişand ku gelê Kurd li dijî Erdogan qet stû natewîne.
Di axaftinên ku banga bilindkirina berxwedanê hate dayîn de, daxwaz hate kirin ku êdî PKK ya ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînê dimeşîn êdî ji lîsteya terorê ya welatên Ewropa bê derxitin.