Li Berlînê xwedî li Berxwedana Efrînê hate derketin

Ji bo xwedîlêderketina berxwedana Efrînê îro li Berlînê çalakiyek hate lidarxistin. Ji gelên cihê 20 hezar kes tevlî meşê bûn û bi sedan posterên Ocalan hatin vekirin.

 

Bi banga Tifaqa Demokrasî û Aştiyê ya ku tê de zanyar, hunermend, hiqûqnas, nûnerên partî û sendîkayên Elmanyayê heye, îro li Berlînê bi hezaran kes kom bûn.

Di çalakiyê de ji dewleta Elmanyayê re hate gotin ku, ‘Şirîkatiyê bi dewleta Tirk re neke.’ Gelek partiyên siyasî, sendîka û komên antîfaşîst piştgirî dan meşê. Meş ji Alexenderplatzê heta Brandenbûrg Torê domiya. Di meşê de sloganên ‘Bila tankên Elmanyayê ji Berlînê derkeve’ û ‘Bijî berxwedana Efrînê hate berzkirin.

Di meşê de ev tişt derketin pêş:

-Jinan mohr li meşê xistin û sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ hate berzkirin.

-Ji bo teşhîrkirina alîkariya Elmanyayê ya ji bo Tirkiyeyê maketên mezin ên tankên Leopard hatin çêkirin û di çalakiyê de hatin hildan.

- Li ser rawestegehan alayên YPG/YPJ’ê hatin daliqandin.

-Ligel ku dewleta Elmanyayê qedexe dikir jî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin vekirin. Polîsan xwest mudaxele bike lê bi ser neket.

-Dema ku meş nêzî avahiya Wezareta Karê Hundir derbas dibû, li ser avahiyekê posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.

- Dema meş ji ber avahiyên wezaret û konsolosxaneyan derbas dibû, helwesta polîsan tundtir dibû.

-Li nêzî avahiya meclîsa federal polîsan êrîşî hin ciwanan kir û 3 ciwan binçav kir.

-Coşa ciwanên Elman û Kurdan mohra xwe li meşê da.

-Gelek endamên meclîsa federal û parlementer jî tevlî meşê bûn. Sendîkaya herî bi bandor a Elmanyayê IG Metal jî bi ala û sembolên xwe tevlî meşê bû.

LI BRANDENGÛRG TOR MÎTÎNG

Meş gihişte cihê dîrokî yê Berlînê Brandengûrg Torê. Di encama aloziya polîsan de beşek yê meşê bi direng jî be xwe gihand gadê.

Li qada ku ala YPJ’ê ya mezin hate vekirin, mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û Efrînê ve destpê kir. Di axaftinên li mîtîngê hate kirin de bal hate kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “Berxwedana Efrînê di heman demê de berxwedana Îmraliyê ye.”

Di vê navberê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” hatin qîrkirin. Bi destpêkirina mîtîngê re bi sedan posterên Ocalan ên tevî qedexekirina polîsên Elman hate bilindkirin. Li dijî gotinên “Gelek posterên Ocalan hene hinekan danin” ev tişt hate gotin: “Hûn dikarin posterên Ocalan bikin qedexe, lê nikarin ramanên wî asteng bikin. îro Efrîn bi saya raman û felsefeya wî li ber xwe dide.”

Piştre li mîtîngê di axaftinên li ser navê nûnertiya Înternatîonal Medîco ya rêxistina mafê mirovan hate kirin. Di axaftinan de bal hate kişandina ser hovîtiya li Efrîn û bêdengiya Elmanya. Parlemeterên Partiya Çep ên tevlî mîtîngê jî bibûn derketin ser dikê û axivîn. Banga “Êdî Bes e, dawî li hevkariya şirîk a li gel Erdogan bînin” li Hikûmeta Merkel kirin.

Nûnerê Dêra Portestan a Berlîn Danîela Mîchîck a bal kişand ser helwestên polîsên Elman a li ser sembolên Kurdan, banga “Kurd ne terorîst in, dev ji qedexekeriyê berdin” li Wezareta Karê Hindir kir.

MUSLIM BI ÇEPIKAN HATE PÊŞWAZÎKIRIN

Piştre jî endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim derket ser dikê û axivî. Muslim dema der ket ser dikê girseyê ew bi çepikan pêşwazî kir. Muslim destnîşan kir ku ti hêz nikare berxwedana Rojava û Efrînê asteng bike, daxwaz kir ku Elmanya dev ji desteka çekan a bi Tirkiyeyê re berde.

Muslim bibîr xist ku Efrîn ev 43 roj in li ber xwe dide û got: “Dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir Erdogan got, Kobanê ket, lê Kobanê ne ket. Niha jî dibêjin Efrîn ke, lê Efrîn nakeve. Efrîn wê dawiya sultantiya Erdogan bîne. Serkeftin ya me ye, niha hemû cîhan xwedî li Efrînê derdikeve.

Alîkarê serokê Partiya Çep Tobîas Pfluger jî daxwaz kir ku bi lezgîn dawî li qedexeya ser PKK’ê bîne. Pfluger diyar kir ku weke Partiya Çep ji bo zextên polîsên Elman yên li ser Kurdan bi dawî bibin hem wê li meclîsa federal û hem jî li derve têkoşînê bikin. Pfuger wiha got: “Heta êrîşên li ser Efrînê bi dawî bibin em ê têbikoşin.”

Piştre jî nûnerên komên ku piştgirî didan xwepêşandanê û hunermend derketin ser dikê. Mîtîng bi derketina ser dikê ya hunermend Ciwan Merwanî re bi dawî bû.