Li Berlînê şehîdên Mêrdînê hatin bibîranîn

Li Berlînê gerîlayên ku di şerekî Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê gerîlayên HPG’ê Arîf Aykurt (Îskender Kandîl), Adem Yüksel (Têkoşer Agir, Hozan Akdoğan (Demhat Çekdar) ku li Omerya, 15’ê Sibatê dema ku li dijî artêşa Tirk şer kirin şehîd bûbûn hatin bibîranîn.

Di bernameyê de bavê Arîf Aykurt Salîh Aykurt, Nûnerê Rojava yê Elmanayê Mesûd Hasan, nivîskar-dîrokzan Dr. Gundî Dilberz hazir bûn.

 ‘LI EFRÎNÊ BERXWEDANEKE MEZIN HEYE’

Di axaftinan de hate gotin gerîla li dijî artêşa Tirk, ku artêşa mezintirîn a NATO’yê ye û ti rêgezên şer nas nake, bi lehengî şer kirine.

Piştî axaftina hevserokê Nav-Demê, bav Salih Akturt got ew pir şanaz in. Nivîskar-dîrokzan Gundî Dilberz got li Efrînê berxwedaniyeke bêhempa heye.

Melayê mizgeftê jî axivî û got AKP’ê Îslam ji rastiya wê dûr xistiye û got, ‘Efrîn wê bibe dawiya Erdoğan. Em ji bo vê bi şev û roj dia dikin.’’

GELEK LEŞKER HATIBÛN KUŞTIN

Artêşa Tirk 15’ê Sibatê li Mêrdînê operasyonek dabû destpêkirin, di dema operarsyonê de şer derketibû, gelek leşker hatibûn kuştin û 3 gerîla şehîd bûbûn.