Li Berlînê mitînga ku ‘Em rê nadin faşîzmê'
Li Berlînê mitînga “Li dijî faşîzmê mil bi mil, em rê nadin faşîzmê” hate lidarxistin. Girseya ku beşdarî mitîngê bû dirûşma “Em rê nadin faşîzm ê” qîr kirin.
Li Berlînê mitînga “Li dijî faşîzmê mil bi mil, em rê nadin faşîzmê” hate lidarxistin. Girseya ku beşdarî mitîngê bû dirûşma “Em rê nadin faşîzm ê” qîr kirin.
Meşa ku alîgir û hevkarên AKP’ê ku bi rojan amadekariya wê dikirin ber bi avê de çû, îro li heman derê çalakiya Kurdistanî û dostên wan bi peyama “Em rê nadin faşîzmê” hate lidarxistin.
Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî û saziyên demokratîk û antî-faşîst a Elmanya ku li paytext Berlîn a Elmanyayê dijîn li dijî faşîzma AKP/Qesrê di saet 14:00’an li gel pankart, al û dirûşman li Plaatz des 18. Êartz a li aliyê Brndenbûrger Torê kom bûn.
Li gel NAV-DEM, Meclîsa Jinan a DEST DAN, Ciwanên Rojava, PYD a Berlîn, KCK a Berlîn û Hevpar, partisan, ATÎK, AWEGKOM, Cemaeta Dersimên Berlîn, Însyatîfa Azadiya Dersim,Rêxistinên antî-faşîst ên Elman û Parlementerê Eyaleta Berlîn a Partiya Çep a Elman (Die Linke) Hakan Taş û gekek kesên serbixwe jî beşdarî mîtînga antî-faşîst bûn.
Di mîtîngê de dirûşmên mîna “No Pasaran”, “Em rê nadin faşîzmê”, “Bijî Serok Apo”, “Li dijî faşîzmê mil bidin mil”,” Kurdistan goristan ji bo faşîstan”, “Bimre AKP- diktator Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “ faşîst AKP” û “ Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike” qîr kirin. Girseyê nêzî 2 saetan li dijî êrîşên faşîzma AKP/Qesrê çalakiya xwe dewam kirin û piştre jî li gel sirûdên şoreşgerî û dirûşman belav bûn.