Li Berlînê ji çalakgeran bo partiyan banga alîkariya lezgîn

Li Berlînê ji çalakgeran bo partiyan banga alîkariya lezgîn

Greva birçîbûnê ya ji aliyê Kurdên li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên hov ên DAIŞ'ê, hatiye destpêkirin, di roja sêyemîn de ye. Gelek kes hatin serdana çalakgeran  û çalakgeran bi parlementerên koma wan di Meclîsa Federal a Elmanyayê de hene re hevdîtin pêk anîn û ji bo Kobanê destek xwestin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li ser banga Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, Brandenburg Torê ya li paytexta Elmanya Berlînê, di 30'ê Îlonê de hatibû destpêkirin, di roja sêyemîn de berdewam dike.

Gelek kes ji bajarên Bremen, Hamburg, Oldenburg, Hameln, Leipzig, Halle û Dresden beşdarî alakiyê bûn. Gelek kes jî bi awayeke girseyî destekê didin çalakiyê. Tevi hunermend Aydin û hin hunermendên hunerî hatin serdana çalakiyê û stran ji girseyê re gotin.

SERDANÊN GIRSEYÎ

Tevî ADHK, ATIK, Partîzan û DÎDF, gelek nunerên saziyan tên serdana çalakiyê û piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê.  NunerênSaziyan diyar kir ku Rojava îlhama gelên herêmê ye û diyar kirin ku berxwedana xurt a Kurdan têk naçe.

Civaknas Beşîkçî, ku li Berlinê ye, hate serdana çalakiyê. Beşîkçî bal kişand ser bidestxistina statuya ya her çar parçeyên Kurdan û got: "Hemû rêyên ji bo xurtkirina têkoşînê girîng in. Ez hevalên ku têdikoşin silav dikim."

CDU: EM LI HEMBERÎ KOBANÊ BIHÎSTYAR IN

Sê şandeyên ji çalakgeran pêk dihatin, bi partiyên siyasî, saziyên çapemeniyê yên Elman û kesayetên navdar re hevdîtin pêk anîn. Kurdan tevî partiyên desthilatiyê SPD û CDU, bi partiyên muhafezekar Kesk û Partiya Çep re hevdîtin pêk anîn.

Çalakgeran ji siyasetmedarên Elman xwestin ku Elmanya zextê li koalîsyona navneteweyî ya li jî DAIŞ'ê hatiye avakirin, mudaxeleyê çeteyên DAIŞ'ê yên ku Kobanê dorpêç kirine, bikin û alîkariya çekan bidin şervanên YPG û YPJ'ê yên ku li dijî wehşeta DAIŞ'ê têdikoşin.

Piştî hevdîtina bi Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemîr re pêk anîn, Ozdemîr û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç derbarê êrîşê de daxuyanî dan televîzyona ARD a Elman.

Ozdemîr, da zanîn ku DAIŞ rêxistineke pir xeter e û got: "Divê Tirkiye li gel Kurdan li dijî DAIŞ'ê têbikoşe. Ev yek dê feydeyeke mezin bide pêvajoya aşitiyê. Rayedarên partiya Serokwezîr Merkel CDU'yê jî dan zanîn ku ew li hemberî Kobanê bihîstyar in."

DOSYA PÊŞKÊŞÎ DÊR Û KANALÊN TV KIRIN

Şandeya din a çalakageran, bi kanalên televîzyonan ên Elman RBB, ARD, ZDF, RTL û N-TV’yê re hevdîtin pêk anîn û dosye pêşkêş kirin. Şandeya din jî çû serdana 5 dêran û xwestin ku li hemberî rewşa Kobanê bihîstyar bin.

Di van saetan de, bi pêşengiya çalakgeran, girseya gel ber bi avahiyên Serokkomarî  û Serokwezaretê ve dimeşin. Çalakgerên ku 500 name ji bo Serokwezîr Angela Merkel nivîsandine, dan rayedarên Serokwezaretê.

Sibe, ji saet 09.00 û şûnde Kurdistanî dê li qada Postdamer Platzê çalakiya xwe bidomînin. Roja şemiyê saet di 14.00 de, dê li qada Postdamer Platzê meşeke girseyî bê lidarxistin.