Li Berlînê bîranîna şehîdan

Li paytexta Elmanya Berlînê gerîlayên ku di demên dawî de li cihên cuda yên li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Li paytexta Elmanya Berlînê gerîlayên ku di demên dawî de li cihên cuda yên li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Di şexsê gerîla Xelîl Jêhat, Kawa Çekdar, Lecwan Mûnzûr û Çekdar de tevahî şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.

Di civîna bîranînê de ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN organîze kir, Xelîl Jêhat (Mehmet Şiyar Ozer) ê 24’ê Tebaxê li Licê jiyana xwe ji dest da, Kawa Çekdar (Vakkas Tumen) ê dema berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê jiyana xwe ji dest da û Lecwan Mûnzûr (Adîl Sunger) û Çekdar Botan (Rûhat Tabak) ên dema bomberdûmanên artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dan, bi girseyî hatin bibîranîn. Di salona bîranînê de ji bo gerîlayan qorziyek hate veqetandin.

Di aktîvîteya bîranînê de ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî amade bû.

Di civînê de ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, nûnerên saziyan têkîldarî têgîna şehadetê û têkoşîna wan hest û nêrînên xwe bi lêv kirin. Li ser jiyana Xelîl Jêhat sînevîzyon hate amadekirin û li ser berxwedana Şehîd Kawa ya li Nisêbînê axaftin hatin kirin, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin silavkirin.

Piştre ji Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal axivî, têkîldarî sîstema Îmraliyê ya ku 18 sal in Ocalan bi şertên tecrîda şidandî tê de tê ragirtin agahî parve kir.

Ûysal diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê pêş dikeve bê şikandin gelek dekûdolap tên amadekirin, wiha dewam kir; “Divê ast û armanca tecrîdê baş bê fêmkirin. Dewlet bi têgîna tecrîdê ve operasyonek avakirina nêrînê dike. Divê tevahî serlêdan û çalakî, ji bilî şikandina tecrîdê, divê li dijî pênasekirinên ‘girtiyê xeter’, ‘terorîst’ be. Paradîgmaya Birêz Ocalan ku lîderê mîlyonan kesî ye, cîhan nîqaş dike. Pirtûkên wî jî di gelek zimanan de tê xwendin. Xelatên navneteweyî stand. Der heqê Ocalan de konferans têne lidarxistin. Berfirehkirina van girîng e.”

Bîranîn bi danîna xwarinê bi dawî bû.