Li Berlîn û Chûrê bîranîna şehîdan

Ji rêveberên PYD'ê Şîlan Kobanê û hevalên wê ku sala 2004'an şehîd hatin xistin, li paytexta Elmanya Berlînê, gerîlayên li bajarokê Komur ê Semsûrê jî şehîd ketin li bajarê Chûr ê Swîsreyê hatin bîranîn.

Rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê (meysa Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Alî) û Ciwan (Haci Cûma Alî) ku 29'ê Mijdara 2004'an li Mûsilê di kemînekê de şehîd bûn, li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan grevê didomînin, tevlî civîna bîranînê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, nûnerê PYD'ê Bavê Kawa axivî û qala dîroka şoreşa li Rojavayê Kurdistanê kir.

Qisekeran gotin, "Bi geşkirina têkoşînê em dikarin xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin. Şehîd nîşaneya sekretinê ne."

ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ WÊ BIÇIN SERDANÊN DÊRAN

Di vê navberê de, bi pêşengiya 19 çalakgerên greva birçîbûnê, li meydana Brandenbûrg Tor mîtîngek hate lidarxistin. Li vir jî daxwaza qedandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

Çalakger wê îro jî biçin serdana dêrên ku ayîna Yekşemê dikin û ji bo çalakiya xwe piştgiriyê bixwazin.

CHÛR

Gerîlayên HPG'ê Yûsûf Tûnç (Azîz Çirav), Mûrat Ozdemîr (Şoreş Roza) ên 17'ê Cotmehê li bejahiya bajarokê Komurê yê Semsûrê şehîd bûn, li bajarê Chûr ê Swîsreyê hatin bîranîn.

Bîranîn li navenda Chûr-CDK'ê pêk hat û bi deqeyeke rêzgiritnê dest pê kir. Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Yûsûf Tûnç û Mûrat Ozdemîr hate nîşandan.

Xizmên şehîdan li civînê axivîn û gotin, "Di têkoşîna rûmetê ya şehîdan de, erk û berpirsyariya me ye ku ala wan ji me re hiştine, bi ser bixînin."

Di dawiyê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.