Li Berlîn, Frankfûrt û Lîege bîranîna şehîdan

Li bajarên Berlîn û Frankfûrtê yên Elmanyayê û li bajarê Lîege yê Belçîkayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

Li bajarên Berlîn û Frankfûrtê yên Elmanyayê û li bajarê Lîege yê Belçîkayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, di şexsê şehîdên Bestayê de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya DEST-DAN ve hate organîzekirin û saet di 14:30 de dest pê kir. Rêveberên NAV-DEM Berlîn û HDK-Berlîn, Nûnerê Rojava yê li Elmanyayê Mesûd Hasan, Hevberdevka Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya Berlînê Leyla Ahmed û endamên Komîsyona Malbatên Şehîdan a NAV-DEM'ê jî tevlî bûn.

Hevberdevka NAV-DEM'ê Melek Yûla, Hevseroka Komîsyona Malbatên Şehîdan Goze Çalkan, Hevberdevka HDK-Berlînê Rezan Aksoy, ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Nûpel Mûnzûr axivîn û şehîd bi bîr anîn.

Hevrêyên Delal Amed û Azê Malazgîrt jî tevlî civînê bûn û qala bîranînên xwe kirin. Di çalakiyê de helbest jî hatin xwendin û sînevîzyon hate nîşandan.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" qediya.

FRANKFÛRT

Şehîdên Bestayê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê yek ji rêveberên KOMAW'ê Şengê Kahraman peyivî û anî ziman ku dilsoziya bi şehîdên Bestayê û hemû şehîdan re bi geşkirina têkoşîna wan dibe.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê jî destnîşan kir ku jiyana şehîdan di asta şoreşê de bû.

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşman qediya.

LÎEGE

Şehîdên Bestayê li bajarê Lîege yê Belçîkayê hatin bîranîn. Civîna bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Şehîd Rohanî ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Aktîvîsta Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî li vir peyivî û di şexsê Delal Amed û Azê Malazgîrt de hemû şehîd bi bîr anî. Qeredaxî got, "Em neçar in têkoşîna azadiya jinê xurtir bikin û bibin xwedî sekneke ku hêjayî wan e."

Piştî nîşandana sînevîzyonê, endama Komîsyona Malbatên Şehîdan Sûltan Ograş û malbatên şehîdan axivîn.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşman qediya.