Çalakgeran pankartên bi wêne û nivîsên berxwedêrên greva birçîbûnê, posterên Ocalan û dowîzên HDP'ê hildan û dosyayên li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê radestî rayedarên televîzyonê kirin.
Çalakgeran xwestin, rêveberên televîzyonan dawî li bêdengiya xwe bînin û êdî rastiyan ji raya giştî re eşkere bikin.
Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê jî li kolana herî qelebalix a Stokcholmê ji bo bidawîkirina tecrîdê çalakiyek pêk anî.
Jinan li pêşiya stasyona navendî ya metroyê pankart vekirin, belavok belav kirin û demeke dirêj li defê dan.
NÛNERÊN PARTIYA ÇEP SERDANA ÇALAKGERAN KIRIN
Danê êvarê jî Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hokan Svennelig û Endama Desteya Rêveber a Forûma Çep a Navneteweyî Yekbûn Alp serdana Kurdistaniyên li komeleyê di greva birçîbûnê de ne, kirin.