Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’

Li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hate lidarxistin. Di çalakiyê de biryardariya xizmên girtiyan a li dijî tecrîdê, hate destnîşankirin. Peyama ‘heta tecrîd radibe, wê têkoşîn dewam bike’ hate dayîn.

Bi pêşengtiya xizmên girtiyan û di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” hate lidarxistin. Komeleya Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya marmarayê (MATUHAY-DER), Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

Koma ku bi çepik û tililiyan meşiya pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.

Fînce Akman ku kurê wê Yakup Akman li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin di çalakiyê de axivî. Akman, diyar kir ku kurê wê yê demek berê ji ber xwarinê jehrî bûbû niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Akman, xwest ku her kesên xwedî wijdan bertekê nîşanî van tiştên li girtîgehan diqewimin bidin.

Piştre jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û beşdaran li çepikan xistin. Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr jî di çalakiyê de anî ziman ku heta tecrîd tê rakirin dê têkoşîn û çalakiyên wan bidomin.