Li Bedlîsê navê AKP’iyekê li kolanekê kirin!

Li Bedlîsê navê Parlementerê AKP’ê Cemal Taşar li kolanekê kirin.

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê şaredariyê biryar girt ku navê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Parlementerê AKP’ê yê Bedlîsê Cemal Taşar li kolan û bulvarên nuqteyên muxalîf lê ne bikin.

Têkildarî danîna navê Erdogan û Taşar a ji bo kolanan herî dawî wê qeymeqamtî biryar bide, lê bê ku biryar bê dayîn nerazîbûn zêde bûn.

Sînan Aygul ê li Tetwanê rojnamevaniyê dike û nerazîbûn nîşanî danîna navê Taşar da got: “Cemal Taşar bikaranîna hêza desthilatê em dizanin bê ka ambargoyek çawa danî li ser Tetwanê, şaredarî bê kar kir, li welat aloziyên çawa derxist, şahidê vê me. Danîna navê kesekî ku eger ku deng ji bo partiya wî neyê dayîn gefa ku wê welat berû 50 sal berê bibin, ne tenê ez vê yekê qebûl nakim her kesê Tetwanî vê qebûl nake.”

Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Tetwanê Ozcan Yûrtada jî nerazîbûn nîşan da û got: “Li meclîsa şaredariyê 13 dengên AKP’ê hene. Em bêhiqûqiyên ku xebatên li meclîsê tên kirin ji bo gel radigihînin û di vê mijarê de sekna me diyar e. Ji ber pandemiyê ev 3 meh bûn em ne civiyabûn, lê hefteya borî bi rewşekî awarte banga civînê hate kirin. Di vê civînê de guhartina navê rê xala sereke ya civînê bû û me HDP’ê dengê ‘na’ bikar anî.”