Li Bedlîsê komên provokatîf

Li Bedlîsê komên provokatîf

Xebatên wek danîna kemînan, keşf û veguhestina leşkeran a artêşa Tirk ku berdewam dikin li Bedlîsê komeke ku cilên gerîlayan li xwe kiribûn rê qutkirin.  

Li gorî agahiyên şahidên bûyerê, li nêzî pira Destumî ya di nav sînorên Bedlîs-Sêrt de komeke ji 6 kesan 3 maşîne rawestandine û nasnameyên kesên di wan maşîneyan de girtine. Kom paşê derbasî avahiya ku berê weke qereqol dihat bikaranîn bûye. Koma ku piştî 5 deqîqeyan careke din vegeriyaye cem maşîneyan 20 kes kontrol kirine. Şahidên bûyerê gotin, "Ev kes ne gerîla bûn. Kesên li çiyayan dimînin esmer in. Rûyê wan kesên ku rê girtibûn qet ji rojê bandor nebibû. Cihê ku rê hatibû qutkirin jî cihê qereqoleke kevn e. Her wiha 2 kîlometre dûrî qereqoleke mezin a ber bi Bedlîsê ye û çend kîlometre wêdetir jî nuqteyên leşkeri yên nêzî Hawêl hene.” Şahidên bûyerê anîn ziman ku ew ji provokasyonan bi guman in.