Li Başûrê Kurdistanê şirîkatiya Elî-Cengîz

Cengîz Holdîng ku bi îhaleyên desthilatdariya AKP'ê mezin bû, bi rêya taşeronan şirîkatî bi Elî Ewnî yê PDK'î re kir û ji bo dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê mayinde bike, 'rêyên ewlekariyê' çêdike, daran dibire û dibe Tirkiyeyê.

Cengîz Holdîng ku yek ji şîrketên ber dilê Serokkomarê Tirk Erdogan e, qîma xwe bi bendav, HES û talana madenê ya li Bakurê Kurdistanê neanî, niha jî bi rêya taşeronan destê xwe dirêjî Başûrê Kurdistanê dike.

Cengîz Holdîng ku di dema AKP'ê de yek ji şampiyonê îhaleyan e, tevî talana li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li her qada ku Tirkiye ji aliyê leşkerî û siyasî ve lê tevdigere, weke hêzeke cîhgir e. Ji Azerbaycanê heta Balkanan kar pê tê kirin. Cengîz Holdîng ji bo PDK'ê jî yek ji şîrketên pê bawer e, xwe dispêrê. Balafirgeha li Hewlêrê, rêya Hewlêr-Altinkoprî bi vê şîrketa kujerê Heskîfê re dan çêkirin. Dema dawî hevkarên xwecihî jî weke fîrma taşeron bi kar tîne. Mînaka dawî ya vê yekê ew bû ku darbên li Başûrê Kurdistanê hatin birîn û ew birin Tirkiyeyê. Şirîkê vê şîrketê yê li Başûrê Kurdistanê endamê Polîtburo ya PDK'ê Elî Ewnî ye ku bi heqaret û dijberiya xwe ya li Tevgera Azadiyê ya Kurd tê naskirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; 3 şîrketên taşeron ên ser bi Cengîz Holdîngê bi Elî Ewnî ve girêdayî ne û li Herêmên Parastinê yên Medyayê daran dibirin û dibin Tirkiyeyê. Her wiha ji bo xaka ku baregehên leşkerî lê ne bê berfirehkirin, rê çêdike. Ji xwe Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê diyar kir ku wan zevî ji rayedarên Kurdistana Federe kirîne û ji bo çêkirina rê dar birîne.

ŞÎRKETA SALÊN 1990'Î

Cengîzan di dema Serokwezîrtiya Mesût Yilmaz de Projeya Rêya Peravê ya Derya Reş wergirt û bi vî rengî di salên 1990'î de rêya xwe diyar kir. Lê herî zêde bi desthilatdariya AKP'ê mezin bû. Cengîz Holdîng ku sala 1987'an li qada înşaetê dest bi kar kir û bi razemeniya li sektorên enerjiyê, maden û tûrîzmê karê xwe mezin kir, îro veguheriye sermayeyeke mezin ku 35 şîrket di bin sîwana wê de ne. Ev koma sermayeyê ya li ber dilê AKP'ê, cîroya xwe ya salane di ser 5 milyar dolarî re ye.

Lîmak Holdîng, Kalyon Holdîng, Kolîn Holdîng û Makyol Holdîng ên bi serkêşiya Cengîz Holdîngê ku weke "5 çete" têne pênasekirin, 5 salên dawî hemû karên mezin bi xwe kirin. Ev fîrmayên ku nêzî AKP'ê ne, sicîla wan qirêj e. Aliyek aliyê din bêîhale, aliyê din jî aliyekî bêkomîsyon nahêle.

LI CÎHANÊ DI NAVA 5 ÊN DESTPÊKÊ DE NE

Bankaya Cîhanê li nava 137 welatan 6 hezar û 400 îhale lêkolîn kir û rapora xwe ya li ser îhaleyên binesaziyê nû kir. Di vê lîsteya ku her sal tê nûkirin de şîrketên Tirk di rêzên destpêkê de cih girtin. Lîmak bi 49 milyar dolarî bû yekemîn, şîrketa Odebrecht Sa ya Brezîlyayê bi 43 milyar dolarî bû duyemîn. Di lîsteya Bankaya Cîhanê de şîrketên di rêzên sêyemîn û çaremîn de jî ji Tirkiyeyê ne. Cengîz Înşaat bi 42.1 milyar dolarî di rêza sêyemîn û Kolîn jî bi 40.4 milyar dolarî di rêza 4'emîn de ne.

Dostaniya AKP'ê û Cengîz ne tenê di dayina îhaleyan de ye. Sala 2010'an Cengîz jî di nav de deynê bacê yê 5 komên cuda hatin jêbirin. Dema ku deynê bacê yê ji 31 milyon û 485 hezar lîre hate jêbirin, deynê 420 milyon lîreyî yê Mehmet Cengîz jî hatibû jêbirin. Jêbirina bacê di bin navê jinûve avakirinê de her sal tê dubarekirin.

LI TIRKIYEYÊ BETON-RÊVEBERÎ

Beton-rêveberî ku ji derdorên sermayeyê pêk tê û ji aliyê siyaset û desthilatdariya AKP'ê ve hatine tercîhkirin, ji sala 2002'an bi desthilatdariya AKP'ê re bi awayekî neasayî mezin bûn. Ev yek bi lêkolînkirina hin şîrketan dikare bê tespîtkirin.

Sala 2004'an bi guhertina ku di Qanûna Madenê de hate kirin, wergirtina destûra bikaranîna madenê hêsantir bû. Her wiha bi Qanûna bi hejmara 5162'an a heman salê kete meriyetê, Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî ya Serokwezaretiyê (TOKÎ) bi erkên taybet hate xurtkirin. TOKÎK piştî ku erdê xezîneyê bi destûra Serokwezaretiyê bêberdêl wergirt, ji şîrketên înşaetê yên nêzî AKP'ê çavkaniyên cemaweriyê pêşkêş kir.

Çîroka Torûnlar, Soma Holdîng, Kolîn û gelek fîrmayên mîna wan, weke hev e.

MADENÊN AZERBAYCANÊ

'Qenciyek' ji bo Cengîz Holdîngê ji aliyê Azerbaycanê ve hate kirin, ku di dema şer de Tirkiye li pişt bû. Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev karê lêkolînkirin, pêşvebirin û bikaranînê yê çavkaniyê madenê yên li Gashgaçay, Elbedîdas û Agdûzdagê da Etî Bakir A.Ş., çavkaniyên cewherî yên Elbeîdash û Agdûzdagê ji bo 30 salî da Artvîn Madencîlîk A.Ş. a ser bi Etî Madenê ya Cengîz Holdîngê. Piştî şerê Qerebaxê jî Koma Demîrorenê lîstikên şansê yên Dewleta Azerbaycanê ji şîrketa Azerlotereya wergirtibû. Her wiya Kalyon Înşaat ji bo çêkirina rêyên li herêmê peyman mohr kiribû.

PROJEYÊN HATINE TEMAMKIRIN: BALAFIRGEHA HEWLÊRÊ, RÊYA HEWLÊR-ALTÛNKOPRÎ

Li gorî agahiyên ku Cengîz Holdîng di malpera xwe ya înternetê de weşandî, çend ji projeyên ku li Kurdistanê pêk aniye û bûye sedema talan xwezaya Kurdistanê wiha ne:

Înşaeta Bendava Ilisû û HES'ê

Pirên Koma Heskîfê yên Rêyên Êlih Heskîf û Êlih - Sêrtê.

Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê

Karê Rehabîlîtasyon û Çêkirina Rê ya Hewlêr - Altûnkoprî (Perdî)