Li Başûrê Kurdistanê çi dibe? – ANALÎZ

Kurdistan ku disêwirîne jiyaneke azad, wekhev û demokratîk e. Ji bo jiyaneke bê mêtingerî, azad, wekhev, demokratîk têkoşiyaye ku îro ev nirx kirine sedema rabûna xwe.

Dema ku kêşeyên ku wê referandûma Başûrê Kurdistanê bi xwe re bîne û rewşên nû bi rengê hişyariyên dihatin gotin, nirxandin û şîrove dema ku ji hêla tevgera azadiya Kurd ve dihatin diyarkirin hinan li dijî vê helwest nîşan dan. Wê demê jî hatibû gotin, lê em careke dî jî bibêjin; serxwebûn mafê jênger ê her miletî ye. Serxwebûn hema bi teqezî nayê maneya netew-dewletê. Her wiha her rêveberî di dema guncan de û bi rengekî dikare referandûmê bike. Li vir ti problem nîn e. Lê pirsa serxwebûnê ya welat û civakekê tenê ji rewşa konjonkturî mirov nikare bi rê bikeve her wiha bêyî ku li fikra derdorên siyasî û gel were pirsîn mijara referandûmê nabe. Ango di wan mijarên wiha de ku karîgeriya xwe li ser hemû beşên civakê hene pêdivî bi biryara hevpar hene. Ji ber ku biryarên wiha erênî neyenî dibine xwe malî hemû gel û welêt.

Têkoşîna tevgera azadiya Kurd dikeve sala 50’î. Heman tevgera ku rastiya Rojhilata Navîn û konseptên navnetewî yên siyasî-leşkerî, têkilî û nakokiyên berjewendiyê û nêzîkatiyên herêmê herî baş analîz kiriye. Her wiha hemû çespandin, analîz û nirxandinên paradîgmayî yên Serok Apo bi rêjeyeke bilind xwe dane piştrastkirin. Ne ku tenê em vê dibêjin, gelek derdor, sazî û şexs vê diyar dikin. Pêşniyarkirina Neteweya Demokratîk ya bi rengê çareseriyê ya li ser rastiya Rojhilata Navîn û bi taybet ji bo gelên Kurdistanê, hem têkildarî polîtîkayên hegemonîk, nakokî û qirkirina û hem jî ji hêla encamên polîtîkayên dînparêzî, netewperestî û zayendîparêz xwedî dahurînên rast in.

Çareseriya li Rojhilata Navîn li ser zemîneke demokratîk bi çareseriya pirsa Kurd re têkildar e. Her wiha pêdivî rêveberiyeke bi jiyaneke azad, wekhev û demokratîk jî hewce ye. Divê hişmendî, çareserî û pergaleke wiha di nêv xwe de vehewîne ku jin,gel, baweriyên cihê û derdorên cihê yên civakî bikaribin bi hev re bijîn. Dema ku mirov li referandûma navborî binere bêhtir desthilatdar, malbat û êl derdikevin pêş. Hem pêvajoya referandûmê û hem jî sedemên ku Kerkûk ji hêla Iraqê ve hate dagirkirin û îro bûyî sedem ku gel derkeve kolanan kûr in. Her wiha têkiliyên di navbera rejîma Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî di vir de xwedî parekê ye. Hem li dijî dewleta Iraqê û hem jî li dijî rêveberiya Başûrê Kurdistanê hêrs ketiye ser hev. Helwesta gel a niha li kolanan diyar bûyî her wiha li dijî rejîma Iraqê ye jî.

GEL ÇIMA DERKEVE DERVE?

Li Başûrê Kurdistanê gel dîsa derketiye derve û li ser piyan e. Bi dirûşmên ‘Raperîn’ê dimeşe. Li gorî dîmenên ku di çapemeniyê de xuya dikin û agahiyên ku têne ber destê me di serî de jin û ciwan, karmend û beşek ji hêzên pêşmerge jî di nav gel de dimeşin. Polîtîka û sedema kir ku gel derkeve kolanan çiye? Divê sedema ku gelê Başûr derketî kolanan baş were dahurandin û mesajên ku têne dayin rast werin xwendin. Li Başûrê Kurdistanê dema ku gel dadikeve kolanan ev nîşan dide ku rewşeke cidî heye. Di dîroka têkoşînê ya Başûrê Kurdistanê de mînakên vê zehf in.

Li Başûr dema ku gel derdikeve kolanan bi piranî ev serdemên kritîk destnîşan dike. Ji van ya herî girîng Raperîn e. Qada Raperînê ku Ranya navenda wê ye, navê wê herêmê ye ku li dijî komkujiyên Seda helwesta herî geş nîşan daye. Di berxwedana niha geş, di meş û protestoyan de jî serkêş qada Ranya û Soran e. Raperîn navê xwe ji serhildan û raperîna mezin a li dijî Sedam standiye. Li dijî Tevgera El-Enfalê (xenîmeta şer) ya ku bi pêşengiya Sedam Hisên pêk hatî, ku îro ji vê Enfalê re qirkirin tê gotin, navê serhildanê Raperîn e. Rejîma Beasê ya Iraqê ya bi pêşengiya Sedam bi navê Tevgera El Enfal 1986-1989’an li dijî pêşmerge, zarok, jin û yixtiyaran gelek êrîş pêk anîne. Ev operasyon bi taybetî 1988’an hatiye asta herî bilind. Di operasyona Enfalê de tevgerê bejahî, bombeyên ji hewayê, hilweşandina bi rengekî sîstematîk a jîngehan, koçberiyên bi zorê, mangayên darvekirinê û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Hin derdor dibêjin di encamê de 150 hezar kes hatine kuştin û hin dane jî dibêjin divê qirkirinê de zêdetir kes hatine kuştin. Jin, zarok, yixtiyar bi sed hezaran Kurd hatine qirkirin.

Deskeftiyên Başûr bi berxwedan, têkoşîn, êş û berêla gel çêbûne. Xêfa civakî xurt e, jiyanê qeyd dike û ku dema wê tê bi bîr tîne. Ji bo vê jî rastiya Başûr hem balkêş e û hem hîndekar e. Dizane û bi bîr dixe ku li dijî rejîma Beasê pêşengiya serhildana mezin kiriye. Ji bo ku li ber xwe daye û têkoşiyaye hatinye kuştin, enfalkirin, her cure tacîz, tecawiz û koçberî jiyaye. Birçî maye, di zivistanê de li der maye, zadê ku bide zarokan nedîtiye, koçber bûye lê dîsa jî ji ya xwe gavek bi paş ve neavêtiye. Pê dizane ku ev hemû tişt li dijî qirkerî û mêtingeriya dewleta Iraqê pêk aniye. Di ber ziman, çand, nasname û nirxên netewî de tiştên ku bi serî hatiye daye ber çavan.

ŞAŞIYÊN RÊVEBERIYÊ

Dîsa jî rastiya Kurdistanê ya ku disêwirîne jiyaneke azad, wekhev û demokratîk e. Ji bo jiyaneke bê mêtingerî, azad, wekhev, demokratîk têkoşiyaye û îro bi vê rabûye. Destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedana gelê me pêk hatiye. Ji ber ku li rast rêveberiyeke berovajî ya sêwirandî û rêveberiyeke ne demokratîk hatiye hêvîşkestî bûye û her wiha ev bûye sedema serhildanê. Bi taybetî rêveberiya antî-demokratîk, nebûna azadiya rêxistinî û derbirînê, derbasnebûna ji rêveberiya malbat-êlî û bi qasî vê girîing newekheviya mezin a dabeşkirina dahatê gel aniye ber rewşa serhildanê.

Şaşitiyeke mezintir a rêveberiye berdest ew e ku li şûna yekîtiya netewî bide ber xwe têkiliyên gemarî bi dewletên herêmê û mêtinger re daniye. Gelê me dîtiye ku dewletên herêmê dema ku mijara Kurd bin çawa têne cem hev û li dijî Kurdan dibine yek. Li şûna ku ji vê ders werin derxistin û neteweya demokratîk li ber xwe deynin, di serî de bi dewleta Tirk re, têkiliyên bi dewletên herêmê re xwedî parekê ye ku îro gel derketiye derve. Divê mirov bizanibe ku li Başûrê Kurdistanê civakeke polîtîk heye, geşedanên heyî dibîne û ku dema wê hat helwesta xwe diyar dike. Rewşa berdest nîşaneya vê ye.

PEYAMA JI HÊZÊN HEGEMON RE

Divê were gotin ev Raperîn peyamekê dide hêzên hegemon jî. Polîtîkayên Kurd û Kurdistanê yên ku li ser zemîna berjewendiyên xwe danîne qebûl nake. Polîtîkayên pragmatîst, berjewendiperest û pê ewle yên dijî Kurd bûye sedem ku hêrsa gel biteqe. Ji Peymana Sykes-Pîcotê polîtîka û helwestên hevşib didomin. Ti pê baweriya Kurdan bi van polîtîkayan nemaye. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî xwe dispêrê van hêzan û bawerî çêbûye ku di pergala antî demokratîk de bi israr in.

Di rewşe berdest de ne qirkeran, ne rejîmên mêtinger û ne jî rengê rêveberiya ya ne demokratîk qebûl nakin. Her wiha nêzîkatiyên hêzên hegemon jî qebûl nakin. Ji bo vê jî divê her kes peyama gelê Başûr ê ku rabûye ser piyan rast bixwîne.

Di salên dawî de li Başûr meşên wiha çêbûn û ev bi rengê hişyariyê bûn, ji bo hikûmet û rêveberiyê. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li şûna ku vê helwesta gel weke hişyariyê bibîne û li gor vê li ser nirxên demokratîk xwe nûjen bike kete helwesteke berovajî vê. Hêzên herêmê ev hişyariyên gel li ser sedemên cuda û navtêdanê şîrove kirin. Îro jî daxuyanî û helwestên wiha têne dîtin.

Heta ku rêveberiyeke demokratîk, azad û wekhev nebe dewletên herêmê û derdorine dî dibe ku bikaribin jê sûd werbigirin.Ji bo vê jî ya esasî ew eku mirov guh bide hişyariyên gel û ji bo avakirina rêveberiyeke demokratîk gavan bavêje. Helwestên li derveyî vê hêrsê geş dikin.

Helwesteke hevşib rêveberiya Îbadî jî nîşan dide. Şaşitiya aliyekî rastiya aliyê dî nîşan nade. Di rewşa berdest de herdu alî jî şaş in. Jixwe îro hem daxuyaniyên rêveberiya Başûrê Kurdistanê û ya dewleta Iraqê ya bi rêveberiya îbadî nîşana israra di vê şaşîtiyê de ye. Helwesta gel a li dijî rêveberiya Başûr nayê wateya vexwendinê ji bo hikûmeta Iraqê. Heke hikûmeta Iraqê rewşê wiha fêhm bike ev ê weke helwesta duyem a Beasê were dîtin û fêhmkirin. Li Başûrê Kurdistanê gel helwesta xwe hem li dijî rêveberiya Başûr e û hem jî li dijî rejîma Bease ya Iraqê ya qirker û mêtinger nîşan daye. Hem li dijî wê rêveberiya bi bandora malbat, êl û berjewendiyê ye.

ÇARESERÎ NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Daxwza pergaleke demokratîk, azad û wekhev e ku gel tê de bi ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe dijî. Li welatê xwe rêveberiyeke azad, wekhev û demokratîk dixwaze. Ji bo vê jî diyar dike ku rêveberiya heyî qebûl nake û guhartina wê dixwaze. Ev helwest li djî rejîma Iraqê û li dijî rêveberiya Başûr e. Çareserî neteweya demokratîk e.