Li Başûrê Fransayê li dijî tecrîdê meşeke 3 rojan dest pê kir

Li komuna Martîgûes a herêma Boûches-du-Rhone ya li Başûrê Fransayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek ji bo 3 rojan dest pê kir.

Meşa dirêj ji ber Şaredariya Martîgûesê dest pê kir. Ji Marsîlya, Bordeaûx, Montpellîer, Dragûnyan û Toûloûse 120 kes tevlî meşê bûn. Meş wê 3 rojan dewam bike.

Meşvan tecrîdkirina Ocalan, komploya 15'ê Sibatê û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Rojava dixwe şermezar dikin û piştgiriyê didin berxwedêrên greva birçîbûnê.

Çalakger wê li Marsîlyayê ku bi 40 kîlometreyî dûrî Martîgûesê ye dawî li çalakiya xwe bînin.

Meşvan plan dikin ku êvarê li Marîgnanê bêhnê vedin. Roja Şemiyê jî wê li meydana Jolîette ya Marsîlyayê mîtîngekê pêk bînin.

Komîteya amadekar a meşê li ber avahiya Şaredariya Martîgûesê daxuyaniyek da û ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kir.