Li Başûr herî kêm 400 hezar zarokî dest bi dibistanan nekir

Li Başûr herî kêm 400 hezar zarokî dest bi dibistanan nekir

Hate hînbûn ji ber sedema ku welatiyên ji êrîşên DAIŞ’ê reviyan û li Başûrê Kurdistanê li dibistanan hatine bicihkirin, nêzî 400 hezar zarok ji dibistanê mane.

DAIŞ’ê di meha Hezîranê de li dijî Mûsilê êrîş da destpêkirin,  di meha Tebaxê de jî êrîşî Şengalê kir û bi sedhezaran kes li Başûr bicih bûn. Kesên li bajarên cuda yên Başûr bi cih bûn li dibistanan dimînin.

Gelek penaber li dibistanan hatine bicihkirin. Bi awayekî fermî îro dibistanan destpê kir. Li gorî Wezîrê Perwerdeyê Piştevan Sadik herî kêm 400 hezar xwendekarî dest bi dibistanan nekiriye. Sadik got ev pirsgirêk dê di nava du mehan de bê çareserkirin.

Li gorî rêxistina civaka sivîl a Save the chîldren li herêma Duhokê herî kêm 650 dibistan venebûne.