Li Başûr gel dixwaze tevlî pêvajoyên biryardanê bibe

Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e. Her çendî nayê zanîn bê ka ev rabûna ser piyan wê bi kû ve biçe jî, ji niha ve tê dîtin ku divê ev rabûn cidî were dîtin.

Başûrê Kurdistanê belkî ew parçeyê Kudistanê ye ku tecrûbeya têkoşînê lê herî zêde ye. Di serî de têkoşîna çekdarî, her cure têkoşînê lê herî çalak bûye û hem jî ji hêla ku di demeke kurt de bi rê ve biriye heman parçeyê welêt e ku xwedî tecrûbeya herîz êde ye.

Bêguman li parçeyên dî yên Kurdistanê jî çanda têkoşîn û berxwedaniyeke mezin hebû û hê jî heye. Lê ev çanda têkoşîn û berxwedanê carinan hatiye bêdengkirin. Carinan bi salan deng jê nehatiye. Zextên zêde yên mêtingeran, kirinên bi rengê qirkirinê Kurdên wan parçeyan demekê pirnisandine. Lê li Başûrê Kurdistanê qet wiha nebûye. Hema hema berxwedaniyeke domdar çêbûye. Ji bo vê jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê têra xwe polîtîk e.

Li vê derê têkiliya her kesî bi berxwedaniya endamekî malbatê heye. Şehîdan wan hene,êşên wan hene. Malên wan hatine hilweşandin. Û ev kavilkirin û şewitandin ne ku careke tenê pêk hatiye. Raya giştî ya dinyayê hay ji Halepçeyê heye. Enfal jî kêm zêde tê zanîn. Lê di serî de 1977, nayê zanîn ku 1987’an bi hezaran gund hatine kavilkirin, bi milyonan hatine sirgûnkirin û bi hezaran jê hatine kuştin. Her wiha nayê zanîn ku gelek bajarokên Başûrê Kurdistanê bi esasî ji mucemmatên ku ji hêla Sedam ve hatine çêkirin, ango ji gundên navendî û stratejîk ve hatine danîn. Hem gundên wan hatine şewitandin û hem jî ji bo ku careke dî li wir jiyan şîn neyê zeviyên wan hatine jehrkirin. Lê li gel vê jî li dijî yên ku li wan deran dijîn qanûnên daristanê hatine ferzkirin û li kû hatibin dîtin hatine kuştin.

Belê, Başûrê Kurdistanê ku bi êşeke mezin e, li vir bêyî sedem û çawaniya wê 1992’an bû Federe. Hikûmeta Federe çêbû û 2003’an jî karîgertir bû, têra xwe derfetên ‘dewlet’ê bi dest ve anî û piştî ku DAÎŞ li Iraqê peyda bû ev rewş gaveke dî bi pêş ve çû.

Em hişkere bibêjin, civakeke ku ev qas êş dîtî heqê wê heye ku jiyaneke xweş bijî. Dema ku mirov dewlemendiya herêma Kurdistanê jî bifikire li herêmê xwedî wî mafî ye ku jiyana herî rehet bijî…

Baş e, gelo wiha bû? An berevajî wê bû?

Di serî de em bibêjin, siyaseta ku xwe naspêre gel, li dor malbateke berteng hatî danîn,gel ji siyasetê, ji pêvajoyên biryarstandinê dûr xist. Tevlênebûna li pêvajoyên biryarstandinê nayê maneya demokrasiyê ya ku gel xwe rê ve dibe, tê maneya ku avaniya antî demokratîk û otorîter lê serwer e. Em baş dizanin ku hilbijartinên ku hin deman têne kirin jî hatibûn rakirin û bi rengê zorê li ser desthilatdariyê dimînin.

Ên ku siyasetê dixin bin nîrê berjewendiya malbatekê wê qada aboriyê bixin bin destê xwe. Û jixwe li Başûrê Kurdistanê hema hema hemû nirx hatin desteserkirin. Dizîn. Pere li pereyên xwe zêde kirine, mal li malên xwe zêde kirine û hemû dewlemendiya Kurdistanê bûye ya çend malbatan. Lê yên ku duh di heman eniyê de li rex hev şer dikirin û di tûrê wan de hêvî, ji bilî hevrêtî û şervaniya wan pê ve tiştekî wan nebû, bi carekê re ji hev cihê bûne, di eniyên cihê de ketine bendên cihê. Hin jê bûne milyardar û milyoner û hin jî bê meaş, bê mal û milk bûne.

Li wan deverên ku nirxên aborî hatine desteserkirin jî,li hêlekê gendelî, bertîl û bi xal û xwarzîtiyê sinc têk çûye. Û ev têkçûn bi rengekî li pey hev bi demê re li hemû qadên jiyanê belav dibe.

Û ya bûyî jî ev e.

Mirov bala xwe bidiyê, Başûrê Kurdistanê tevahî ji vê rewşê ne xweş e. Li Başûrê Kurdistanê kesên ku tiştine erênî bibêjin pir kêm in. Ew jî yan nêzî wan derdorên navborî ne an jî ji wan newêrin a dilê xwe bibêjin. Cotkar, karker, ajokar, şivan, karmend, mamoste, pêşmerge, doktor, jin, ciwan ji wê rewşê aciz in ku mehkûmî çend kes û malbatan bûne. Aciz in, ji ber ku her yek ji wan bi rengekî di nav vê têkoşînê de berdêl dane. Lehengiya hinan ketiye ser zimanan û yên ku destên wan xurt jî berê cehştî jî kirine. Hin kesên ku duh li rex mêtingeran li dijî welatparêzan radiwesitya niha yan dewlemendê hin deverinan an jî bûne fermandar û li dijî welatparêzan radiwestin. Ev jî birîneke dî ye.

Bi qutebirî em bibêjin; gelê Başûrê Kurdistanê pir û pir aciz e. Û li gel ku ev nerehetî diviya ji zû de xwe der bikira, sedema ku wiha dereng mayî ji ew bû ku tolerans û şansek dida hêzen desthilatdariyê. Ji bo vê ev qasî rawestiyan.

Wiha diyar e ku di serî de Rûmeta Başûr Kerkûk 50 salî 100’î yê Başûr piştî ku 16’ê Cotmehê pêşkêşî mêtingeran hate kirin, ev bû dilopa dawî ya pê bi ser ve çû.

Û niha ya ku tê dayin têkoşîna rûmetê ye.

Û niha berxwedanî ya li dijî neheqî û nedadmendiyê ye.

Û niha ya ku niha tê dayin hişyariya li dijî dizî, çepeliyan e.

Û niha ya ku tê dayin li gel siyasetên otorîter, malbatî, yekdest mudaheleye gel a li siyasetê ye.

Û niha ya ku tê dayin şerê wê ye ku nirxên aborî bi rengekî dadmend were parvekirin.

Û niha ya ku tê dayin ew e ku, ew gelê ku rûmeta wê hatî binpêkirin û nirxên wê yên sincî hatî eciqandin, bidestxistina rûmeta xwe û nirxên şayanî wê ye.

Ji bo berxwedaniyeke têra xwe biheq encam bigire tenê bi sikakan naye. Di serî de bajar divê berxwedan li tevahiya Kurdistanê belav bibe û gel hemû tevî berxwedanê were kirin. Her wiha dema ku ev hate kirin jî di nav sînorên demokratîk û meşrû de, bêyî ku zemîna ku êrîşê ji avaniyên desthilatdariyê yên yekparêz û malbatî re were çêkirin divê were kirin.

Belê, arîşe divê ne tenê hilweşandin û şewitandin be. Arîşeya sereke peydakirina çareseriyê ya ji bo arîşeyan e. Divê avaniyeke wiha were danîn ku bikaribin tevlî saziyên biryardayinê bibin. Ji bo ku ev pêk were jî divê li Başûrê Kurdistnaê eniya demokratîk a herî berfireh were avakirin Her çendî raman û nêzîktêdayin cuda bin jî, di xalên hevpar de divê mirov bigihije hev û li dijî wan siyasetmedarên ku gel ji siyasetê û ji navendên biryarê dûr digirin, bi hevkariyekê têkoşineke rêxistinî û bi pergal bike.

Demokrasî tevlêbûna li pêvajoyên biryarê ye. Lê ji bo ku ev jî pêk were pêdivî bi têkoşîneke geş û cidî heye. Dema ku arîşeyan mirov li ser maseyê datîne divê pêşniyarên çareseriyê jî werin danîn. Divê mirov bikaribe rewşa hesas a welêt jî berçav bike, li dijî her cure provakasyonê hişyar be û hay ji lîstikên mêtingeran jî hebe.

Belê, diyar e ku li Başûrê Kurdistanê arîşe bi nêzîkatiyên berê nema çareser dibin. Ji bo çareseriya arîşeyên berdest bi hikûmeteke demokratîk heye ku di serî de arîşeyên aborî, siyasî, civakî çareser bike û li ser berjewendiya gel bi hêzên derve te têkilî datîne û he wiha bi tevlêbûna hemû saziyên demokratîk û partiyên siyasî pêkan e. Dema ku ev tê kirin jî ji her demê zêdetir divê yekîtiya netewî ya gelê me were dîtin û demildest bi avakirina Kongreya Yekîtiya Neteweyî an jî Konferansekê wê pêkan be ku her cure taloke were bêkarîgerkirin.