Li Baskê civîn: Ji bo çareseriyê divê girtiyên siyasî jî tevlî bibin
Li Baskê civîn: Ji bo çareseriyê divê girtiyên siyasî jî tevlî bibin
Li Baskê civîn: Ji bo çareseriyê divê girtiyên siyasî jî tevlî bibin
Li bajarê Bîlbao ya herêma Bask a Spanyayê bi wesîleya 17’ê NîsanÊ Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî yê Navnetewî re civînek hat lidarxistin û hate diyarkirin ku divê girtiyên siyasî jî tevli pêvajya çarseriyê bibin û hat xwestin ku Ocalan serbest bê berdan.
Ji aliyê Kolektîfa Girtiyên Siyasî yên Baskî (EPPK) ve li bajarê Bîlbao civînek pêk hat. Ji cihên cuda yên cîhanê nûnerên gel tevi civînê bû û ji BDP’ê jî vexwendiyê civînê hat kirin. Nûnerê konseya Ewropayê ya BDP’ê Fayîk Yagizay di civîna ku roja pêncşemê hat kirin de şert û mercên ku Ocalan û girtiyên siyasî tê de vegot.
Îro jî civîneke çapemeniyê ya hepvar hat dayîn. Nûnerên BDP’ê, nûnerên EPPK û li ser navê Filistin, Kolobiya, Efrîkaya û Bakurê Îrlandayê nûner tevli bûn. Her rojên ku civîn pêk hatin, axaftinkeran balkişand ser rewşa Ocalan û xwestin bê berdan.
Fayik Yagizay da zanîn ku ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê baş bimeşe divê girtiyên siyasî jî tevli pêvajoyê bibin û Ocalan jî serbests bê berdan.
Yagizay destnîşan kir kur ola girtiyên siyasî di têkoşîna Kurdistanê de gelek girînge û berxwedana zindana Amedê bibîrxistn. Yagizay wiha got: “Di gelek demên da têkoşîna girtiyên siyasî hêzek mezin da têkoşîna derve. Di 2012’an de li seranserê girtîgehên Tirkiyeyê grev hatin destpêkirin. Bi banga Ocalan re ev bi dawî kirin. Vê yekê jî careke din nîşan dan ku Ocalan bê nîqaş rêberê Kurdistanê ye.
AZADIYA GIRTIYAN DÊ ÇARESERIYÊ HÊSAN BIKE
Piştî civîna Bîlbao encamname hat weşnadin. Di encamnameyê de hate diyar kirin ku ji bo çareseriya siyasî, divê girtiyên siyasî tevli pêvajoyê bibin û piştigriya wan girînge û wiha hat gotin: “Divê mafê girtiyan bikin bi ewlehiya makeqanûnî.”