Li Baselê şevbêrka piştgiriya Rojava
Li Baselê şevbêrka piştgiriya Rojava
Li Baselê şevbêrka piştgiriya Rojava
Li herêma Basel a Swîsreyê bi armanca piştgiriya ji bo Şoreşa Roajvayê Kurdistanê û silavkirina şoreşê şevbêrkek hate lidarxistin. Di şevbêrkê de tevî nunerên Kurdan zêdetirê hezar kes amade bûn.
Şevbêrka piştgiriyê roja yekşemê demjimêr di 14.00 de dest pê kir û heta demjimêrên danê varê berdeam kir. Di şevê de Hevseroka Giştî ya KCD’ê Aysel Tûglûk, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar û rêveberê PYD’ê Hesen Dirêj jî amade bûn.
Di şevê de bi taybet Kurdên ji Antalyaya navîn amade bûn. Di şevê de, di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin standek hate vekirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê hunermend Xelîl Xemgîn, Nûarîn, Engîn Xelîkan, Koma Bayê Zagrosê û Koma Roj derketin ser dikê.
Hevseroka Giştî ya KCD’ê Aysel Tûglûk bi bîr xist ku roja şemiyê sê parlementerên BDP’ê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîne û diyar kir ku silavên Ocalan ji gelê Kurd re anîne û sekna bi rûmet a gelê Rojava erênî nirxand. Tûglûk got: “Êdî dewletê vê rastiyê qebûl kiriye. Em vê pêşkeitnê paş dibînin. Ocalan projeya çareseriyê pêşkêşê dewletê kiriye. Yanî Kurd careke din destê aşitiyê dirêj kirine. Em nizanin dê hukûmet çawa destê aşitiyê dirêj bike."
Tûglûk da zanîn ku divê êdî dewlet jî destê aşitiyê bigire û bal kişand ku divê êdî pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bibin. Tûglûk pirsa “Aşitiyeke çawa?” pirsî û got: “Nasname, çand û zimaneke azad. Bi kurtî Komara Demokratîk, Kurdistana Xweser.” Tûglûk destnîşan kir ku ev yek şanseke mezin e û wiha domand: “Em ji bo aşitiyê amade ne. Ger ji bo aşitiyê neyên jî em tu carî stuyê xwe xwar nakin.”
Tûglûk binê wê yekê xet kir ku li Rojavayê Kurdistanê şoreş çêdibe û şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê silav kir.
Piştre Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar axivî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav kir û wiha got: “Berxwedana îro li wê derê hêzeke mezin dide me.”
Aydar ku got: “Pêşketinên li herêmê çêdibin şoreş e”, wiha domand: “Bandora vê berxwedanê li parçeyên din jî xwe daye der. Kurd êdî çarenûsa xwe bi destê xwe diyar dikin. Em ê bi her awayi piştgiriyê bidin Rojava.”
Aydar got: “Ger îro hukûmet bi Rêbertiya me re hevdîtinê dike, sedema vê yekê jî berxwedna gelê Rojava û li parçeyên din ên Kurdistanê ye.”