Li Baselê 15’ê Sibatê bi çalakiya zincîr kirinê hate protesto kirin
Li Baselê 15’ê Sibatê bi çalakiya zincîr kirinê hate protesto kirin
Li Baselê 15’ê Sibatê bi çalakiya zincîr kirinê hate protesto kirin
Komek ya ciwanan li bajarê Basel yê Swîsreyê, komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiya zincîrkirinê protesto kirin.
Nêzî 30 ciwanên ku di destê wan de posterên Ocalan, dowîz û pankartan heya navenda îstasyona Baselê çalakiya protestoyî y bizincîrê pêkanîn. Ciwanên ku bi zincîra li gel xwe anîn, hemûyan xwe bi hev re zincîr kir, 15’ê Sibatê şermezar kirin û ji bo Ocalan slogan avêtin.
Polîsên ku hatin cihê bûyerê ji ciwanan xwestin dawî li çalakiya xwe bînin. Bi vî awayî ciwanên ku çalakiya xwe ya bizincîrê bidawî kirin, vêcarê derketin dervey îstasyonê û meşiyan. Piştî ku ciwan demekê slogan avêtin û meşiyan dawî li çalakiya xwe anîn.