Li Balikesîrê endamê BDP'ê Mehmet Kilinç di serdegitina şandiyeyê de hate bençavkirin.
Li Balikesîrê endamê BDP'ê Mehmet Kilinç ji ber ku derbarê wî de bi îdîaya tevlî bûyerên ku di navbera BDP'ê û nijadperestan de li navçeya Yildirimê ya Bûrsayê rû dabûn bûye, biryara girtinê hatiye girtin, li şandiyeyekê hate binçavkirin. Kilinç piştî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Balikesirê. Kiliç ji wir jî birin Bûrsayê.
Rêxistina BDP'ê ya Bûrsayê bi boneya piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê daxuyanî dabûn çapemeniyê û rastî mudaxaleya nijadperestan hatibû. Di bûyeran de 12 endam û rêveberên BDP'ê hatibûn girtin.