Li Balikesîrê 49 penaber hatin binçavkirin
Li Balikesîrê 49 penaber hatin binçavkirin
Li Balikesîrê 49 penaber hatin binçavkirin
Li Tirkiyeya ku mafê penaberan nayê naskirin, li Altinovaya girêdayî navçeya Ayvalika Balikesîrê yekîneyên cendirmeyan 49 ji bo dersînor bike binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li ser îxbara li avahiyekî dubleks yê li Altinovayê 30 zilam, 10 jin û 9 zarok “qaçax” hene, yekîneyên cendirme ketin tevgerê. Hate ragihandin ku, operasyon di 13’ê Sibatê şeva Çarşemê pêkhat.
Di operasyonê de notirvanê site Qasim K. di nav de Îranî, Filistînî, Myanmar û Sûriyeyî jî heyeî 49 penaber hatin binçavkirin.
Tê texmîn kirin ku, ev penaber ji bo di Girava Mîdîlliyê de derbaz bikin bazirganên mirovan ew anîne Altinovayê. Hate ragihandin ku, li gel penaberan botên bi hewa tên werimandin, yêlekên ewlekariyê û pompeyên hewayê hatin desteserkirin, her wiha hate ragihandin ku, piştî lêpirsînê dê dersînor bikin.