Li Bakurê Kurdistanê hêrsa li dijî DAIŞ’ê

Li Bakurê Kurdistanê hêrsa li dijî DAIŞ’ê

Piştî şerê li derdora Kobanê gihişt navenda bajêr û xeteriya komkujiya li ser sivîlan, li Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kes daketin qadan. Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Şirnex û gelek bajarên din pevçûnan dest pê kir. Li gelek bajaran jî gelê bi hêrs ber bi avahiyên AKP’ê ve meşian.

ÊLIH

Piştî şer û pevçûnên li derdora Kobanê gihişt navenda bajêr, bi hezaran Kurd daketin qadan. Kurd li Êlihê jî daketin qadan. Gel ber bi Fermandariya Cendirmeyan Navendê ya li taxa Îluhê ve meşiyan û êrîşê qereqolê kirin. Piştî êrîşa li dijî qereqolê, polîs hatin cihê bûhyerê û bi ava şid û bombeyên gazê êrîşê gel kirin.

Piştî êrîşa polîsan, gel li kolanan belav bû.

LÎCE

Li navçeya Licê ya Amedê jî welatî derketin kolanan, li ser riyan bend danîn û agir vêxistin. Çalakgerên ku êrîşên DAIŞ'ê û piştgiriya AKP'ê ya ji bo çeteyan protesto kir rê ji trafîkê re girtin û hinek welatiyan jî gule berdan hewayî. Balkêş bû ku polîs û leşker ji qereqolên xwe derneketin.

SEMSÛR

Li taxa Karapinarê ya Semsûrê jî ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê girse li ber konê hatiye danîn berhev bû û berê xwe dan avahiya navçeyê ya AKP'ê. Çalakgeran sloganên "Her cih Kobanê ye, her cih berxwedan e", "Bijî YPG/YPJ", "Kobanê dê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" qêriyan. Ciwanan bombeyên dengê avêtin avahiya AKP'ê.

MÊRDÎN

Li Qosera Mêrdînê jî çalakiya girseyî li hemû taxan belav bû û navçe veguherî qada şer. Bombeyên gazê yên polîsan avêtin li ser navçeyê mij û moran çêkir. Hejmara kesên ku bi bombeyên gazê birîndar bûn gihişt 8'ê. Ligel mudaxeleya hişk a polîsan jî gel li hemû taxan çalakiyên xwe didomîne.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê jî pevçûnên ku piştî mudaxeleya polîsan a li dijî protestoya çeteyên DAIŞ'ê, li hemû taxan belav bûn. Pevçûn didomin.

MELETÎ

Piştî êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê giran bûn, HDP'ê banga lezgîn û berxedana gelê Kurd kir. Bi sedan welatiyên li ber Konê ku di pêşengiya Platforma Demokrasiyê û Kedê ya Meletiyê de hatibû vedan kom bûn û meş pêk anîn. Girseya ku li ber kon çalaki pêk anîn û daxuyanî dan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

SÊRT

Li Sêrtê jî li taxên Ulus, Conkbayir, Çal, Bariş, Alan Affet, Înonu, Karakol, Algul, Dogan bi hezaran welatî ji bo piştgiriya Kobanê li hev kom bûn u çalakî pêk anîn. Li taxa Afet Evlerê jî ciwanan 2 saetan rê li trafîkê girt. Li taxa Tekelê bsi sedan ciwan rêya Misircê li trafîkê girt. Bi hezaran welatiyên li ber Şaredariya Sêrtê kom bûn jî bi siloganên "Bijî berxwedan YPG, YPJ, "Bijî berxedana Kobanê", "Bijî Serok Apo", "Kobanê dê bibe goristana DAİŞ'ê" gotin û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

CIZÎR

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê bi sedan endamên YDG-H'ê li taxa Nisêbîn û Yafesê rê li trafîkê girtin. Di çalakiyê de ciwanan molotof avêtin A-101'ê. Di çalakiyan de di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket û gelek maşîneyên polîsan zerar dît. Ciwanan li gelek kolanan rê li trafîkê girt.

Girseya ku li taxa Orhan Dogan kom bû heta Kolana Hunerê meş pêk anîn piştgirî da gelê Kobanê. Şerê di navbera polîs û ciwanan de heta derengê şevê berdewam kir.

RIHA

Bi heman armancê bi 10 hezaran welatiyên ku li gund, navçe û bajaran ber bi Navçeya Pirsûsê ya Rihayê ketin rê, li ser sînor kom bûn û herikîn Gundê Etmanekê. Bi deh hezaran welatî li gundên Alîzêr, Qop, Bedhê, Dewşen, Etmanik, Boydê û Sıwêdê kom bûn û çalakî pek anîn. Girseya ku li gund kom bû rastî mudaxaya leşkeran hat.

AMED

Li ser banga DBP'ê li seranserî Amedê jî gel daketin kolanan û çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên ku li hemû taxên Amedê belav bûne di navbera ciwan û polîsên faşîst de şer û pevçûn diqewimin.

Li Çarêya Rezan û Kolana Centoyê ciwanên ku rê li tirafîkê girtin bi polîsên faşîst re şer kirin û piştgiriya xwe ya bi berxwedana Kobanê re bi dirûşmeyan ragihandin. Polîsên ku li ber berxwedana gel û ciwanên Kurd negirtin bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî malan jî kirin.

Yelatiyên ku li banaşînên xwe bertek nîşanê helwesta polîsan dan rasîtî gefan hatin.

Disa li Kolan Goçmenlera jî ciwanan rê li trafîqê girtin çeteyên DAIŞ'ê şarmezar kirin.

Li taxa 5 Nîsana Rezan jî gel daketin kolanan û bi polîsan re şer kirin. Polîsê faşîst jî guleyê plastîk li hemberî welatiyan bikar anîn.

Li navçeya Peyasê û taxa Îplîkê gel daketin kolanan û rêya Erxenî û Amedê ji trafîqê re girtin. Di çalakiyê de girse her ku çû zêde bû û li ser vê yekê qolîsan li vir jî êrîşî girseyê kirin. Li ser êrîşa polîsan ciwanan jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî xwe parastin û bersiv dan êrîşê polîsan.

Endamên çapemeniyê yên ku çalakî dişopandin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan di hundirê wesayîta zirxî ya Akrep de bomye gazê tavên hundurê wesayîta endamên çapemeniyê. Rojnamegerên di hundirê wesayîtê de bi zehmetî xwe avêtin der ve.

Li taxa Toplu Konûta Yenîşehîrê jî gel daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Polîsên faşîst li vir jî êrîşî gel kirin.

Li taxa Ofîsê jî xwendekarên yûrdê derketên banaşînan û dirûşmeyên; "Bijî berxwedana Kobanê/YPG" qêriyan.