Li bajarên mezin li dijî qirêjiya hewayê tercîha E-Otobus
Li bajarên mezin li dijî qirêjiya hewayê tercîha E-Otobus
Li bajarên mezin li dijî qirêjiya hewayê tercîha E-Otobus
Ji bo pêşîgirtina li qirêjiya hewayê ya germahiya global rê li ber vedike, tedbîrên nû tên zêdekirin. Li bajarê Hamburg a Elmanyayê şaredarî dixwaze ku hemû otobusên veguhastinê heta sala 2020’an bi modelên E-Bus ên bi elektîrîkê dixebitin biguherin.
Li Hamburgê Şîrketa Veguhastina Komî ya Hamburg-Hosteîn (VHH) du otobusên ku kirîbûn xistin xizmetê. Otobusên bi elektîrîkê dixebitin li Taxa Blankenese ketin xizmetê û taybetiya wê ya herî mezin bi enerjiya elektîrîkê dixebite.
Otobusa modela E-Bus bi akuyên ku li jorê wê hatine bicihkirin dixebite û nêzî 100 kîlometre rê dikarin biçin û şarjkirina akuyan li îstasyonek cuda tên kirin. Di saetê de nêzî 50 kîlometreyî diçin û di 100 kîlometreyî de enerjiya ku xerc dike jî tenê 122 kîlowatt e.
Otobusên ji aliyê şîrketa Rampînî ya Îtalyan hatine çêkirin, her yek bi 200 hezar Euro ye û li gorî wesayîtên dîzelê du car buha ye. Lê lênerîna rûn û yên din yên ji bo motorên dîzelê bo vê ne derbasdar e.
Di vê wesayîtê de pêwistî bi pedala debriyaj û gazê nîne û avantajeke din jî ev e ku di dema frenê de divê akuya wê kêm be jî tê şarjkirin.
Ji ber ku gaza egzozê ya van wesayîtan tune hewayê jî qirêj nakin. Her wiha dengê wan jî gelek kêm e.
Şaredariya Hamburgê hedef dike ku heta sala 2020’an hemû otobusan bi modela E-Bus re biguhere.