Li bajarê Silêmaniyê bi boneya çileyê hunermend Ehmed Derwêş merasîmek hat lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê, bi boneya çileyê hunermend û pêşmergeyê dêrîn Ehmed Derwêş merasîmek hat lidarxistin.

Hunermend û pêşmergeyê dêrîn ê Kurdistanê Ehmed Mihemed Ferec ku bi navê Ehmed Derwêş dihat naskirin, di sala 1965'an de tê dinyayê û meha borî ji ber nexweşiya xwe koça dawî kir.

Îro piştî nîvro, li Hola Tewarê, li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya gelek pêşmergeyên dêrîn û hunermend û welatparêz û medyakarên Kurdistanê bi boneya çileyê hunermend û pêşmergeyê dêrîn ê Kurdistanê merasîmek hat lidarxistin.

Di destpêka merasimê de ji hêla Komeleya Neteweyî ya Hunermendên Kurdistanê ve axaftinek hat pêşkêşkirin û tê de amaje bi evîndarî û dilsoziya vî hunermendî ya ji bo ax û nîştiman hate kirin.

Piştre ji aliyê hunermend û helbestvan Cemal Newrolî û Karwanî Ney û Rewez Nebîna ve çend helbest û awaz û stran hatin pêşkêşkirin.

Di merasimê de sînevîzyonek li ser qonaxên jiyana Ehmed Derwêş hat pêşkêşkirin û tê de behsa hemû pêvajo û demên girîng ên jiyana wî hate kirin.

Di dawiyê de axaftina malbatê ji beşdaran re hat pêşkêşkirin û merasîm bi dawî bû.