Li bajarê Aachen ê Elmanyayê Çarşema Sor hate pîrozkirin

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê ji aliyê Komîsyona Baweriyan a Meclîsa Jinê ya Denîz Firatê li Mala Gelê Kurd pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor hate lidarxistin.

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê ji aliyê Komîsyona Baweriyan a Meclîsa Jinê ya Denîz Firatê li Mala Gelê Kurd pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor hate lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di aktîvîteya bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Komîsyona Baweriyan Mukrîme Kazan axivî. Kazan Cejna Çarşema Sor a Kurdan pîroz kir, hêvîdariya xwe ya tevahî ol di nava aştiyê de bi hev re bijîn kir.

Berdevka Meclîsa Jinê ya Denîz Firatê Behîce Yûmûşak jî diyar kir ku îro Melekê Tawiz hatiye cîhanê û xuliqandina dinê temam bûye, Cejna Çarşema Sor pîroz kir.

Nûnerê li ser navê MLKP’ê tevlî bûye jî di şexsê şervanên Kurdistanê û jinên li Şengalê bedel dane de cejna tevahî şoreşgeran pîroz kir.

Piştî axaftinan, muzîk hate guhdarkirin.

 

...