Li Awûstûryayê cezayê girtîgehê dan faşîstê Tirk ê ku êrîşî Kurda
Li Awûstûryayê 3 sal cezayê girtîgehê dan çeteyê Tirk ê ku du sal berê di çalakiyeke Kurdistaniyan de bi mebesta qetlîamê wesayît ajotibû ser Kurdan û 2 kes birîndar kiribû.
Li Awûstûryayê 3 sal cezayê girtîgehê dan çeteyê Tirk ê ku du sal berê di çalakiyeke Kurdistaniyan de bi mebesta qetlîamê wesayît ajotibû ser Kurdan û 2 kes birîndar kiribû.
Sala bihurî di meşa dirêj a di navbera St. Polten û Viyanayê de ya ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîş hatibû kirin. Faşîstekî Tirk ê 53 salî, wesayîta xwe ajotibû ser çalakgeran û li vê derê 2 kes birîndar bûbû.
Derbarê çeteyê Tirk ê ku piştî êrîşî çalakgeran ew zeft kiribûn, doz hatibû vekirin û îro biryara dozê hate dayîn. Di dozê de êrîşkar got: “Ji ber lezbûnê bala min nekişandibû” û êrîşa xwe înkar kir lê heyeta dadgehê jê bawer nekir. Dadgeran diyar kirin ku rêya êrîşkar a ku dixwest ji Tûlnnê biçe St. Poltenê ne bi ‘mentiq’ e.
Heyeta dadgehê ji ber tawanên ‘kesekî êrîşkar e’, ‘xwestiye provakasyonê bike’ cezayên giran ji êrîşkar re xwest û di encamê de 3 sal cezayê girtîgehê dan êrîşkar û ew ê êrîşkar ji bo Kurdên ku di êrîşê de birîndar bibûn jî bi gişî 4 hezar û 900 Eûro tazmînata madî bide.