Li Awûstrûlyayê protestoya 15’ê sibatê

Li Awûstrûlyayê protestoya 15’ê sibatê

Li bajarê Perth a Awûstrûlyayê 14’emîn salvegera Komploya 15’ê sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Di protestoyê de belavok hatin belavkirin.

Ji aliyê Komeleya Çanda Kurd ya Perth li cadeya herî qelebalix komeke ciwanên Kurd hatin cem hev û belavok belavkirin, 15 sibatê şermezarkirin. Ciwanan diyar kir ku, komplo ji aliyê Ocalan ve vala hatiye derxistin.

Di belavokên hatin belavkirin de balkişandin ser hevdîtinên bi Ocalan re û hate gotin ku, ji bo pêvajoya hevdîtinê serkeftî be divê Ocalan azad be. Di belavokê de hate diyar kirin ku, ji bo aştî pêk were divê di serî de mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê dayîn û her wiha mafên çandî û siyasî yên kurda bixin bin ewlehiyê.

Her wiha di çalakiyê de di çarçoveya kampanyaya ji Ocalan re azadî îmze hatin berhevkirin.