Li Awûstralyayê polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdistanî û dostên wê kiryarên dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kirin, banga wezîfeyê li saziyên navneteweyî kirin.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de ji bo protestokirina sepanînên dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û nêzîkatiyên li dijî Rojava bi çalakiyek girseyî hate protestokirin. Di çalakiyê de ku Kurdistanî û dostên wê tevlî bûn, dirûşmeyên “Ka NY, Çima Ne Li Kurdistanê Ye”, “Hûn Nikarin Dest Li Îradeya Gel Bidin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê, daxuyanî hate xwendin. Hate diyarkirin ku sepanînên dewleta Tirk a li Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê ye, hate destnîşankirin ku divê Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî bikevin dewrê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê raya giştî ya navneteweyî li beramberî qetlaîmên dewleta Tirk a li Kurdistanê temaşeker nemîne, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, desteserkirinên qeyûman û operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Hunermend Xanemîr jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tinehesibandina destkeftiyên gelekî û tê wateya şikandina îradeyê, wiha pê de çû; “Her kesên ku dibêjin wê xwedî li Kurdistan û têkoşînê derkevin, pêwîst e demildest xwedî li Rêber Apo derkevin.”

Endamê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Suleyman Bîngol jî îfade kir ku artêşa Tirk bi êrîşa li dijî Rojava ve li dijî gelê Kurd îlana şer kiriye û wiha got; “Li dijî van sepanînên zalimane, gelê me wê bi hêza xwe ya cewherî, bi berxwedanek mezin bibe bersiv. Di encama vê têkoşînê de wê zihniyeta AKP’ê li Kurdistanê têk biçe.”

...