Li Atînayê panêla bi mijara ‘rol û mîsyona jinê ya di tekoşînê ‘de
Li paytexta Yûnanîstan Atîna panêla bi mijara‘ rol û mîsyona jînê ya di tekoşînê’ de hat lidarxistin.
Li paytexta Yûnanîstan Atîna panêla bi mijara‘ rol û mîsyona jînê ya di tekoşînê’ de hat lidarxistin.
Panêla ku li nunertiya PYD’ê ya Atînayê demjimêr 19:00 an li Zanîngeha Fakulteya Ramyarî ya Atîna hat pêkanîn.
Di panêla ku xwendevanên Fakulteya Ramyarî ya Atînayê, komên Anarşîst ji di nav de bi beşdarbûna gelek guhdarvanan li ser navê PYD’ê Khoulad Mohamed Rozin mafê axaftinê girt û got: “Ronesansa nû ya di pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdan de hatî destpêkirin, ronakbûyînek ya jinê li Rojhilata Navîn ku ji Rojava belav dibe tê jiyan kirin. Ev rewş rol û mîsyon ji bo tevgerên jinên cihanê berdest dike.
Ji Akademîsyenên Aşîtiyê Yrd. Doc. Dr. Latîfe Akyuz ji da diyar kirin ku di civak dewletê de jin tunê tê hesibandin û ji nedîtî ve tê dêtin.
Akyuz ku di berdewamiya axaftinên xwede bal kişand li ser civaka Tirkiye û wiha pêde çû: “Di civaka Tirkiyê de ji nêzîkatî bi piranî bi vê awayiye. Lê belê bi tekoşîna azadiyê ya Kurdan re jinê carek din nirxê xwe yê mafê jiyan kirinê bidestxist. Li gel vê ji ji bo jinên cihanê pêwîstiya rola tekoşîna jinê ku çawa be daye diyarkirin.”
Piştî axaftinan panêl bi pirs û bersivan berdewam kir.