Li Atînayê nobeta tecrîd û desteserkirinê kete roja 5’an

Çalakiya nobetê ya li dijî kiriyarên darbeyê ya hikûmeta AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li Atînayê ya Yewnanîstan dest pê kiribû kete roja 5’an.

Çalakiya nobetê ya li dijî kiriyarên darbeyê ya hikûmeta AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li Atînayê ya Yewnanîstan dest pê kiribû, kete roja pêncan. Îro daxuyaniyek li ser navê Meclîsa Gel a Kurd hate dayin û hate gotin, ‘’Roj ew roj e ku em li dijî tecrîdê li Rêbertiya xwe, li dijî desteserkirinê jî li şaredariyên xwe xwedî derbikevin.’’

Gelek sazî û dezgehan destek da çalakiya nobetê ya li qada Syntagma a Atînayê.

Kurdistanî di rojan pêncan de li qada Sytagma gihaştin hev û saet 17.00’an çalakiya nobetê veguherandin mîtîngê. Kurdistaniyan li meydanê stand vekirin, bi ala û pankartê meydan xemilandin, têkildarî tecrîda li ser Ocalan û desteserkirina şaredariyan danezan belav kirin.

Ji hêla Meclîsa Gel a Kurd a Yewnanîstanê ve hate diyarkirin ku dosyayên ku hatine amadekirin ji bo partî, sazî, dezgeh û rêxistinan dişînin û hate gotin, ‘’Roj ew roj e ku em li dijî tecrîdê li Rêbertiya xwe, li dijî desteserkirinê jî li şaredariyên xwe xwedî derbikevin’’ Her wiha hate xwestin ku Kurdistanî her êvar saet 17.00’an li qada Syntagma amade bin.

Çalakiya nobetê heta bi derengiya şevê bi goven û dirûşmeyan dom kir.

...