Li Atînayê Kurdistanî ji bo Efrînê meşiyan

Li Qampa Lavrîonê ya paytexta Yewnanîstan Atînayê Kurdistaniyan ji bo piştgirîdayîna ‘Berxwedana Serdemê’ meşiyan û çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Li Ewropa çalakiyên ji bo piştevaniya ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê didomin. Kurdistaniyên li Qampa Lavrîonê ya bajarê Atînayê ji bo Efrînê meşiyan.

Welatiyên Qampa Lavrîonê bi beşdarbûna sedan kesan bi alên PKK, KCK,YPG,YPJ, PYD ê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weneyên sîvîlên ji aliyê artêşa dewleta Tirk ve hatibûn qetilkiri, rakirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Terorîst Erdogan’ , ‘Jin Jiyan Azadî ‘ û ‘Dewleta dagirker ji Kurdistanê derkeve’ bi zimanê Îngilîzî û Yewnanî qîriyan.

Di meşê de Sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştre siyasetmedarê Kurd Metîn Bîngol û rêveberê Qampa Lavrîonê Nûreddîn Ehmed axivîn. Bîngla bêdengiya cîhanê ya li dijî komkujiyên sivîlan şermezar kir û wiha got: “Şervanên Kurd YPG, YPH di şerê bi DAIŞ’ê re parastina hemû mirovahiyê kirin. Ferastên paşverû xwestin di Rojhilata Navîn de mirovahiye bifetisînin lê şervanên Kurd li beramberî ve parastina mirovahî, exlaq, jiyan û ekolojiyê kirin. Bila hemû hêzên desthilatdar baş bizanin bêyî Kurdan di Rojhilata Navîn de ti proje bi ser nakeve.”

Rêveberê Qampa Lavrionê Nûreddîn Ehmed jî balkişad li ser bêdengiya cîhanê ya li dijî komkujiyên sivîlan û banga daketina qadan li tevayî gelê Kurd kir.

Meş piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dirûşmeyan bi dawî bû.