Li Arnhemê pîrozbahiya salvegera PKK’ê
Li bajarê Arnhemê, salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin.
Li bajarê Arnhemê, salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin.
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, salvegera damezirandina PKK’ê bi coş hat pîrozkirin.
Di aktivîteya pîrozbahiyê de nêzî 500 Kurdistanî amade bûn, di aktivîteyê de Siyasetmedarê Kurd Firat Gimgim axivî û wiha got: “Wê sala 39’emîn a PKK’ê bibe cejna rizgariya Gelên Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn.” Gimgim anî ziman ku bi saya berxwedan û keda mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine van rojan.
Di aktivîteyê de hunermend Diyar, Şenul Pak û Ferman Patiyev derketin ser dike.