Li aqûbeta Aydinlar ê hate windakirin pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn. Aydinlar 28 sal berê piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn. Aydinlar 28 sal berê piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji bo dîtina kesên di dema nezaretê de hatine windakirin û darizandina kujerên wan dabûn destpêkirin, di hefteya 883’yemîn de berdewam kir. Çalakî, li ser online hat kirin û di çalakiyê de aqûbeta Cûneyt Aydinlar hat pirsîn ku di 20’ê sibata sala 1994’an de li Stenbolê hatibû destgîrkirin û piştre jî hatibû windakirin.
Di çalakiyê de dayika Cûneyt Aydinlar, Menekşe Aydinlar axivî û da zanîn ku kurê wê 28 sal berê piştî hate destgîrkirin, hate windakirin. Aydinlar, diyar kir ku ji wê rojê heta niha tu agahî ji kurê xwe nestendiye û wiha got: “Em, edaletê dixwazin û dixwazin ku zarokên me bên dîtin. Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.”
Piştre jî birayê Cûneyt Aydinlar, Emrah Aydinlar axivî û ev tişt anî ziman: “Birayê min zanîngeh qezenc kiribû û di sala 1991’an de me jî ew bi serfiraziyeke mezin şand Stenbolê. Bi agahiya destgîrkirinê re dest û lingên me şikestin. Piştî ku hatî windakirin, me gelek serlêdanên hiqûqî kirin lê tevek jî hatin redkirin, astengkirin. Em jî li benda hêviya vegera Cûneyt man. Dayika min, qenepeyek danîbû ber deriyê malê û 7 salan li ser wê qenepeyê li benda vegera Cûneyt ma. 28 sal derbas bûn lê Cûneyt nehat. Cûneyt, li ku ye? Êdî taqet di dayika min de nema. Cûneyt, di şahî û şînên me de ne li cem me bû. Xwarzî û biraziyên wî bêyî dîtina wî mezin bûn. Ev êş, êşa me hemûyan e.”
Mamê Cûneyt Aydinlar, Recep Aydinlar jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku biraziyê wî di 23 saliya xwe de hatiye windakirin. Aydinlar, destnîşan kir ku piştî hatiye destgîrkirin îşkence li biraziyê wî hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre jî bi hinceta ‘hevrûkirinê’ birin û êdî venegerandin. Derheqê polîsan de dozên vala hatin vekirin. Lê dev ji wan dozan jî berdan. Her hikûmeta nû, sûcên hikûmeta berê dinixûme. Ev çandek e. Êşên me jî ji nifşekî derbasî nifşekê din dibin. Em dixwazin ku kesên ev êş bi me dayîne kişandin, bên darizandin. Dê lêgerîna me ya edaletê bidome.”
Parêzera malbata Aydinlar, Eren Keskîn jî da zanîn ku qeyda destgîrkirinê ya Cûneyt Aydinlar li gel dozgeriyê heye û ev agahî dan: “Çendek roj piştre jê re dibêjin; ‘Gelo tu ji bo mirinê amadeyî’ û ji navenda destgîrkirinê derdixînin. Piştre jî tu agahî jê nehatin girtin. Me li cihê destgîrkirinê lêkolîn kirin. Dibin mala Esmer Bardakçi ya li Beyogluyê. Bardakçi dibêje ku pir westiyayî xuya dikir. Zarokên li kolanê jî dibêjin ku wan dengê çekekê bihîstiye. Rayedarên dewletê her tim gotin Cûneyt reviyaye. Erê baş e, mirovekî ewqas îşkence lê hatiye kirin û nikare bimeşe dê çawa bireve? Hemû hewldanên ji bo Cûneyt di hiqûqa navxweyî de hatine kirin, bêencam man.”
Daxuyaniya vê hefteyê jî ji hêla Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Gonul Sonbahar ve hat xwendin. Sonbahar, da zanîn ku di şertên heyî de nikarin qala Qanûna Bingehîn, qanûn û hiqûqa gerdûnî bikin lê tevî vê yekê jî dê dev ji parastina hiqûqê bernedin.