Li Antwerpenê broşurên li dijî PKK û YPG'ê tên belavkirin

Li bajarê Anwerpen ê Belçîkayê broşurên bê îmze yên li dijî PKK û YPG'ê tên belavkirin. Balkêş e di van broşuran de arguman û derewên dewleta Tirk û Erdogan cih digirin.

Di broşuran de ku PYD-YPG bi taybetî hedef tên nîşandan, her wiha gefên AKP-Erdogan ên li welatên Ewropayê dixwin, tên dubarekirin.

Broşura bi sernavê "PKK ne nûnerê Kurdan e" hate amadekirin, ji zimanê wê tê fêhmkirin ku ji aliyê kesên baş bi Flamanî nizane hatiye nivîsandin.

Di broşurê de PKK weke rêxistina terorîst tê binavkirin û tê gotin, "Ne nûnerê hemû Kurdan e, yan jî ne parêzvan e." 

Di broşurê de desteka gelê Kurd a ji bo PKK'ê tê înkarkirin.

Yek ji agahiyên şaş ên di broşurê de hatiye nivîsandin jî li ser dema damezrandina PYD'ê ye. Di broşurê de tê îdîakirin ku PYD piştî bûyerên 11'ê Îlona 2001'ê hatiye avakirin, lê PYD çend salan piştî vê salê, yanî di sala 2003'an de hatibû damezrandin.

Di broşurê de îdîayeke sosret tê bilêvkirin û tê gotin "PYD dixwaze li Rojhilata Navîn Koreya Bakur a nû ava bike."

Di broşurê de ji Ewropa û welatên din tê xwestin, ku destekê nedin PYD Û YPG'ê û gefên dîktaoriyê Tirk Erdogan timî dixwe, di broşurê de cih digirin.

Hêjayî gotinê ye, dadgeheke Belçîkayê di doza Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û nûnerên gelek saziyan de, sûcdariyên li Kurdan tên kirin red kiribû û gotibû, "Rewşa li Tirkiyeyê di çarçoveya şerekî çekdarî de ye. Nabe ku di çarçoveya qanûnên terorê de were darizandin." Balkêş e ev bûyera belavokirina broşurên li dijî PKK û PYD'ê heman piştî vê biryara dadgehê hat lidarxistin.