Li Amsterdamê ji bo Kampanyaya Xuşk û Bira ya Şirnexê aktivîte
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên Amsterdam û Zaandamê di çarçoveya Kampanyay Xuşk û Bira ya Şirnexê de aktivîteyek lidar xistin.
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên Amsterdam û Zaandamê di çarçoveya Kampanyay Xuşk û Bira ya Şirnexê de aktivîteyek lidar xistin.
Di aktivîteya serî de ji bo kesên li Sûr û Cizîrê, di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, axaftinên qala girîngiya berxwedana xwerêveberiyê dikin, hatin kirin.
Her wiha di aktivîteyê de bal hate kişandina rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di berxwedana gelê Kurd de, sînevîzyon û muzîk hatin guhdarkirin.
Di aktivîteyê de Hozan Şemdîn, Elî Dildaran, Sewûşen û Erdale Meryem derketin ser dikê.