Li Amerîkaya Latîn ji bo Ocalan azadî hat xwestin
Li Amerîkaya Latîn ji bo Ocalan azadî hat xwestin
Li Amerîkaya Latîn ji bo Ocalan azadî hat xwestin
Welatiyên ji Amerîkaya Latîn sala nû bi merasîman pêşwazî kir. Pîrozbahiyên sala nû îsal bi dirûşmeya ‘ Piştevaniya bi Ocalan û Kurdistanê re û her wiha ji Berxwedana Taksîmê re silav hat pêkanîn.
Li gorî salnameya welatiyên Amerîkaya Latî sala nû di roja herî dirêj ya 21’ê hezîranê de dest pê dike. Wek her sal bi hezaran Bolîvyayî îsal jî di 21’ê hezîranê de ku hêj roja sibêhê derneketiye, li gundê Ayo Ayo yê cihê jidayikbûna Tupac Atarî bû hatin cem hev.
Hikûmeta Eyaleta La Paz û Şaredariya Aya Ayo pîrozbahî organîze kirin û bi hezaran kes li Qada Tupac Atarî ligel muzîka herêmî dans kirin. Di pîrozahiyê de axaftin hatin kirin û di axaftinan de balkişandin ser veguherî di sala 2006’an de pêk hatiye û di sala 2009’an de derbasbûna civaka pir netew a Bolîvyayê.
Pîrozbahiyê bi dirûşmeya ‘Bi gelê kurd û ocalan re piştevanî û ji Berxwedana Taksîmê re silav’ hat pîrozkirin, qada pîrozbahiyê bi alên PKK û KCK’ê hatin xemilandin.
Cigirên serokê hikûmeta Eyaleta Potosî, Marcela Arroyo û Lotrîzîo Ortîz, parlamenter Martîn Quîzpe, cigirê Walî Fernando Amaru û şaredrê Ayo Ayo Branlîo Ocloquo axaftin kirin. Di axaftinan balkişandin ser têkoşîna gelê kurd ya bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin û hat diyar kirin ku gelê herêmê dê azad bibe.
HETA OCALAN AZAD NEBE AŞTÎ NE MUMKUNE
Lotrîzîo Ortîz axivî û got: “Biray ême Ocalan ev 15 sale di nava şert û mercên dijwar de dijî. Heta azadiya Ocalan pêk neyê ne mumkune ev şerê 40 salî bi dawî be. Em ligel Ocalan û PKK’ê ne. Emê piştevaniya xwe bi wan re zêdetir bikin. Em berxwedana Taksîmê jî slav dikin.”
Şaredarê Ayo Ayo Branlîo Olcoquo hestên xwe yên piştevaniyê anî ziman û got ew têkoşîna gelê kurd ya li gel hemû zext û zordariyan dimeşînin silav dikin.