Li Amedê qetilkirina jinan hat protestokirin
Li Amedê qetilkirina jinan hat protestokirin
Li Amedê qetilkirina jinan hat protestokirin
DOKH’ê qetilkirina jinan protesto kir û li ber deriyê Canan Taniş ya ku di du roj berê li ber deriyê xwe hat qetilkirin daxuyaniyek da. Jinan balkişand ser gotina wezareta Malbatê Fatma Şahîn a wekê ‘Di şîdeta li hemberî jinê de zêdebûnek tune. Di fêmkirinê de hilbijartek heye’ û got ev gotin kujeran bi cesaret dike.
DOKH’ê li Amedê kuştina Canan Taniş ku ji aliyê hevserê wê Vedat Taniş ve li navçeya Baglar a taxa Muradiye cadeya Gurselê hat kuştin, protesto kir.
Jin li mala Taniş ku hat qetilkirin hatin cem hev û daxuyaniyek dan. Endama Mala Kardelenê Dîlek Ocalan axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê her roj 5 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û got mînaka dawî di 15’ê îlonê de li Amedê hat jiyîn û got kujer Vedat Taniş hevsera xwe Cana bi kêran kuştiye.
Dîlek Ocalan wiha pê de çû: “Dewleta zinniyeta mêr li her derê zimanê mêr bikartîne û cesaretê dide mêran. Her roj li vî welatî 5 jin tên qetilkirin û ev ji desthilatdariyê serbixwe nayê nirxandin. Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî dibêje di şîdetê de zêdebûn tune, di fêmkirinê de hilbijatin heye. Ev jî cesaetê dide mêran. Em bang dikin ku kujerên jinan bên darizandin. Em wek saziyên jinan dê li her derê têkoşîna xwe bimeşînin. Emê şopdarên dozên bi vî rengî bin.
Ji Koperatîfa Jinan a Baglarê jî Saniye Vardar axivî û got mafê jiyanê pîroze û got mafê tu kesî nîne ku vê mafî bigire.
Piştî daxuyaniyê jin çûn malbata Canan Taniş û sersaxî xwestin.