Li Amedê polîsan bi ser çalakgeran de girt: 50 kes hatin destgîrkirin

Polîsan êrîşî greva birçîbûnê ya li avahiya HDP’ê ya bi armanca piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven ê. Polîsan 50 çalakgerên greva birçîbûnê destgîrkir, Rêxisitna HDP’ê ya Amedê jî bang li gel kir ku biherikin pêşiya avahiyê.

Li Amedê bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven 50 rêveber û endamên HDP’ê dest bi greva birçîebûnê kirin. Piştî koma duyemîn îro dest bi grevê kirin, polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt.

Hate diyar kirin ku piştî polîsan bi maşîneyên zirxî avahiya HDP'ê dorpêç kirin, bi tevlêbûna gelek polîsên hêzên çevîk bi ser avahiyê de girtin.

Dema destgîrkirinê de çalakgeran li avahiyê dirûşmeya “Zext nikarin bi me” berz kirin.

Rêxisitna HDP’ê ya Amedê li ser hesabê xwe yê tevna civakî dîmenên serdegiritna polîsan parve kir û bang li gel kir ku biherikirin avahiyê.

Diyar bû polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kiriye û destûr nade kes ji avahiyê derkeve û bikevê.

Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecridê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kiriye di roja 35'an de berdewam dike. Nêzî 600 girtiyên PKK û PAJK'ê jî bi heman armancê bi koma duyemîn li girtîgehên Tirkiye û herêmê çalakiya xwe ya 10 roj dorveger berdewam dikin. Çalakiya girtiyan di roja 15'an de berdewam dike.

10’ê Kanûnê jî 300 polîsên hêzên çevîk bi ser avahiya HDP'ê de girtibûn û 25 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibûn destgîkirin. Piştî 25 çalakger 2 roj berê hatin destgîrkirin îro koma ji 50 kesan pêk tê li dijî tecrîdê ketin grevê.