Li Amedê li hember 4 rojnamevanan êrîşa bi kêran
Li Amedê li hember 4 rojnamevanan êrîşa bi kêran
Li Amedê li hember 4 rojnamevanan êrîşa bi kêran
Li Amedê çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û destekdayîna wê ya AKP'ê bênavber didomin. Li navçeya Rezana Amedê rojnamegerên ku hîzbullahiyên ku welatî radestî polîsan dikirin kişandin li ber çavên polîsan rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de 4 rojnameger birîndar bûn
Li Amedê li gelek taxan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û destekdayîna AKP'ê tê şermezar kirin. Li taxa 5 Nîsan a Rezanê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakiyan welatiyan kir û komek hîzbulahî welatiyên girtin radestî polîsan kirin. Rojnamegerên ku ev yek dikişandin rastî êrîşa hîzbulahiyan hatin. Hîzbulahiyan bi gotina "çima hûn dikşînin" êrîşî rojnamegeran kirin. Hîzbulahiyan rojnamegerên bi erdê kaşkirin û bi kêran êrîşî nûçegihanên rojnameya Azadiya Welat Nîhat Kutlu, Bişar Durgut û yên JINHA'yê Bêrîtan Cangozer, Sarya Gozuoglu û zarokê 13 salî ku navê wî nehat nayê kirin. Di encama êrîşê de rojnameger Durgut bi kêrê birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Hate zanîn ku êrîş ji hêla endamên Yusufî der û xebatkarên marketa Ensarê yên ku alîgirên çeteyên DAIŞ'ê ne. Balkêş e ku hîzbulahiyan li ber çavên poîsan êrîşî rojnamegeran kirin û polîsan mudaxaleyî vê yekê nekirin.