Li Amedê konferansa ciwanan dest pê kir
Konferansa herêmê ya Meclîsa Ciwanan a Amedê ya HDP’ê dest pê kir.
Konferansa herêmê ya Meclîsa Ciwanan a Amedê ya HDP’ê dest pê kir.
Konferansa herêmê ya Meclîsa Ciwanan a Amedê ya HDP’ê li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin dest pê kir.
Parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel, hevserokên bajar û navçeyan ên HDP û DBP’ê, çalakvanên TJA’yê, rêveberên MEYADER’ê, endamên KCD’ê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê jî di nav de bi sedan endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê beşdar bûn.
Li eywana salonê pankartên ‘Têkoşîna ciwanan a yekbûyî ew ê Rojhilata Navîn rizgar bike’, ‘Ji bo Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk serî hilde’, ‘Yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên bedew dibin tên hezkirin’, ‘Li dijî faşîzmê serî hilde’ û posterên Leyla Şaylemez a ku li Parîsê hate qetilkirin, Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç, Umît Acar ê ku li Elmanyayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitandibû, hate daliqandin.
Konferansê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir û piştre ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne Çerxa Şoreşê hate xwendin.
Piştî rêzgirtinê teksa Meclîsa Ciwanan hate xwendin. Di tekstê de bal hate kişandin ser polîtîkaya şerê taybet a li ser têkiliyên jin û mêran. Di heman demê de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate diyarkirin ku ji bo şikandina tecrîdê ew ê helwesteke xurt were nîşandan.
Konferans piştî navbera ku hate dayîn, ew ê bi axaftinan bidome.