Li Amedê Komîsyona Şopandinê hat avakirin

Li Amedê Komîsyona Şopandinê hat avakirin

Rêxistinên sivîl ên civakî û odeyên pîşeyên yên Amedê ji bo vekişîna gerîla bişopînin komîsyona şopandinê avakirin.

Li Amedê saziyên weke Baroya Amedê, ÎHD, MAZLUMDER, Platforma Şaxên KESK'ê, Odeya Tabîban a Amedê, GUNSÎAD, TÎHV, TUHAD-FED, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê, saziyên mafên mirovan û rêxistinên sivîl ên civakî piştî KCK'ê daxuyand ku dê di 8'ê gulanê de dest bi paşvekişandinê bikin "Komîsyona Şopandinê" avakirin. 
Komîsyon li Salona Vedat Aydin a li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi civînekî çapemeniyê hate deklerekirin. 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Alîkarê Serokê Baroya Amedê Nihat Eren, Serokê Odeya Tabîban Kemal Karadaş, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Amedê Kasim Bîrtek, Dayîka Aştiyê Havva Kiran û gelek nûnerên saziyên sivîl ên Amedê tevlî civînê bûn. Di civînê de Alîkarê Serokê Baroya Amedê Nihat Eren axivî û diyar kir ku di encama diyaloga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê de ji bo çareseriya pirsgirêkê pêvajoyekî nû dest pê kir û wiha got: "Piştî hevdîtinan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21'ê Adara 2013'an de di Newroza Amedê de banga dîrokî hate kirin û ji aliyê hemû kesî ve hate qebûlkirin. Piştî peyamê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd sedemekî nû hate destpêkirin." Eren, anî ziman ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê nîsanê de KCK'ê jî bo tevkariya pêvajoyê daxuyaniyekî dîrokî kir û wiha axivî: "Di vê daxuyaniyê de ji bo berdewamiya pêvajoyê hêzên çekdar ji 8'ê gulanê dê dest bi paşvekirindinê bikin û derkevin derveyî sînor.Em geşedanên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bi eleqeyekî mezin û keyfxweşî dişopînin."

DIVÊ KÊMASIYÊN 1999'AN RÛ NEDIN'

Eren, da zanîn ku ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbaza aştiyane û demokratîk neyê sabotekirin, pêvajoya paşvekişandinê gelek hesas e û wiha pê de çû: "Di pêvajoya diyalog û paşvekişandinê de ji hemû aliyan re berpirsiyarên gelek mezin hene. Ji bo pêvajoyekî weke pêvajoya 1999'an de pêk neyê divê hemû gelek baldar be. Ji bo di vê pêvajoyê de tu însanên me jiyana xwe ji dest nedin di serî de rayedarên dewletê û hemû kesên din dewetî berpirsiyariyê û niyeta baş dikin." Eren, bilêv kir ku ji bo şopandina pêvajoyê divê rayedar gelek hesas bin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber vê yekê bi ramana hewcehî bi komîsyonekî serbixwe û bêalî heye li Amedê bi tevlîbûna gelek derdor û nûnerên saziyên sivîl ji bo pêvajoyê bişopînin komîsyonek hate avakirin." 

Eren, piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran ên têkildarî mijarê de wiha bersivand: "Komîsyona me heke pirsgirêkên bên ji bo wan ji holê rabike dê dest bi tevgerê bike û di raya giştî de bihestiyarê pêk bîne û mudaxeleyê li neyîniyan bie û bi rayedaran re bikeve têkiliyê danîn hate avakirin. Tu biryarên me yên hatin plansazkirin û bicin cihê din tuneye. Heyeta civînan bi awayekî periyodîk pê bînin avakir. Berdevkekî vê heyetê dê hebe û bi civînan dê pêvajoyê bişopînin. Agahiyên dê li her bajar komîsyon bên avakirin hene. Lê ji bo mudaxeleya pirsgirêkan dê yekîneyekî me hebe."

PÊWÎSTE CERDEVAN JÎ BIÇIN MALA XWE

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî wiha got: "Gelek mayîn hatine çandin. Ev mayîn jî bi agahiya Serfermandar bi awayekî veşarî hatine çandin. Paqijkirina van ji bo me gelek girîng e. Divê cerdevan jî daxuyaniyekê bidin û bêjin 'em jî vedigerin malên xwe' Ji bo ku di vê paşvekişandinê li heberî hev neyên. Divê tîmên taybet û yekîneyên leşkerî yên din teqez jî xwe paşve bikşînin."