Li Amedê astengkirin li Colemêrg, Wan û Nisêbînê pevçûn
Li Amedê astengkirin li Colemêrg, Wan û Nisêbînê pevçûn
Li Amedê astengkirin li Colemêrg, Wan û Nisêbînê pevçûn
Li Amedê girseya di nav de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî heye ya bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibarê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê xwestin bimeşin rastî astengiya polîsan hat. Li Colemêrg, Wan û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsa bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li çalakiyên bi armanca şermezarkirina salvegera roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê kirin.
AMED
Li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad ya 5 Nîsanê ya Amedê bi hezaran kesên di nav de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî heye bi armanca şermezarkirina 14'emîn salvegera roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê hatin cem hev. Girse her diçû hejmara wê zêde dibû kinçên reş û sor li xwe kiribûn. Hemû riyên ber bi cihê girse lê kombûyî ve ji aliyê polîsan ve hatin girtin û girseyê sloganên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Amed ranekeve xwedî li Rêberê xwe derbikeve" qîr kirin. Girse ji vir li ser Kolana Ogretmenleran dest bi meşê kirin. Polîsan bi dehan wesayîtên zirxî û TOMA'yan ve pêşiya girseyê girtin. Hevdîtina Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak a bi polîsan re didome. Sekna girseyê didome.
DAYÎKÊN AŞTIYÊ 15'Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIR
Dayîkên Aştiyê yên Amedê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayîkan Emîne Denîz daxuyanî xwend û diyar kir ku, 15'ê Sibarê rojekî reşe û divê tu kes li mala xwe nerûnê. Denîz bal kişand ser tecrîda li hemberî Ocalan û wiha got: "Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin. Duh li Lîceyê operasyon hebû. Ev pêvajoyekî aştiyê ya çawa ye. Em pêvajoyekî wisa qebûl nakin." Hewa Kiran jî wiha got: "Heke hikûmeta AKP'ê aştiyê bixwaze divê dest ji tanq û topan berde."
COLEMÊRG
Li taxa Keklîkpinar a Colemêrgê bi sedan ciwan hatin cem hev û bi armanca şermezarkirina 15'ê Sibatê meş li dar xistin. Di meşê de sloganên "Bijî serok Apo" û "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" hatin qîr kirin. Polîsan bi TOMA, wesayîtên zirxî, bombeyên gazê û ava şid êrîş li ciwanan kir. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. Polîsan di mudaxeleyê de guleyên platîk jî bikaranîn. Li tax bûyerên berdewam dikin û bi dehan wesayîtên zirxî û polîs sewqî tax hatin kirin.
WAN
Li taxa Xaçortê ya Wanê ji bi heman armancê girseya dixwest bi meşe rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li girseyê kir. Girseyê ji bi kevir, molotof, bombeyên dengan bersiv da. Di dema bûyeran de Nûçegihanê Rojnameya Îpekyolê Lutfî Pala yê ku bûyer dişopand ji ber bombeya deng a nêzî wî ket birîndar bû. Pala rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bi heman armancê bi deh hezaran kes li ber Navande Çandê ya Mîtannî hatin cem hev û ber bi Bulvara Şîrîn ve dest bi meşê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li girseyê kir. Ciwanan jî bi molotof û keviran bersiva poîlsan da. Pevçûnên bi mudaxeleya polîsan dest pê kirin li gelek taxan belav bûn û berdewam dikin.