Li Amed û Mêrdînê sewqiyata leşkerî

Li Amed û Mêrdînê sewqiyata leşkerî

Li Herêmên Parastinê yên Medya gera balafirên şer û balafirên bêmirov ku dewam dike li hin herêmên Mêrdîn û Amedê jî sewqiyata leşkerî pêk hat.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HGP’ê (NÇR-HPG) têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li Kurdistanê agahî dan.

Di daxuyaniyê de, hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk 16’ê Îlonê di navbera saet 15.30-16.00’an û 18.00-19.00’an li ser herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya îro jî saet di navbera 06.00 û 07.00’an de li ser herêma Zagros geriyane.

HPG'ê, destnîşan kir ku ji 14’ê Îlonê heta niha li herêma Zagros bi balafirên bêmirov keşif tê kirin û wiha dewam kir: “Dîsa di navbera 16’ê Îlonê saet 23.00 û 17’ê Îlonê (îro) saet 04.00’an de tevgera balafirên bêmirov li ser herêma Zapê hebû.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Marînê, Girê Mîra,  derdora qereqola Xerabê Alê û Qereqola Gurînê ên girêdayî Nisêbîna Mêrdînê û dîsa li li herêma di navbera Karas û Licê ya Amedê leşker hatine sewqkirin. HGP’ê têkildarî tevgera leşkerî ya li sînorê navçeya Şemzînan a Colemêrgê ev agahî dan: “16’ê Îlonê saet  16.00’an helîkoptereke Skorsky a aîdî artêşa Tirk dema xwest di sînorê Şemzînan re derbasî Herêmên Parastinê  yên Medya bibe ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran hat gulebarankirin. Di vê gulebaranê de helîkopter ji qadê dûr ketiye.”