Li Amed û Enqerê binçavkirin
Li Amedê 4 û li Enqerê jî 8 kes di çarçoveya pêkanînên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
Li Amedê 4 û li Enqerê jî 8 kes di çarçoveya pêkanînên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
Di serdegitina malên Bahar Erde, Haytettîn Satar û Salîha Bakir û Nîzamettîn Azat ê ku demekê rêveberiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê navçeya Bismil a Amedê dikir de hatin girtin. Piştî lêgerîna di malan de hate kirin û şûnde her 4 kes birin Midûryeta Emniyetê ya Navçeyê.
ENQERE
Rêveberên navçe û endamên meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 5 kes, bi hinceta ‘parvekirinên li ser tora civakî’ hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin navenda nû a binçavkirinê ya Beştepeyê.
Navê kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Cemîl Erdem (PM), Ahmet Ozçelîk (Rêveberê navçeya Keçîogren), Veysî Çelîk, Gulîstan Tekîn û Îsmaîl Turk.
Nûriye Gulmen, Acûn Karadag û Semîh Ozakça ên kul i ser rêya Yuksel bi gotina: “Em karê xwe dixwazin” çalakiya rûniştînê lidar xistin, di 121 roja berxwedana xwe de dubare hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kedkarên ku hatin binçavkirin birin Miduyeta Şaxê Têkoşîna bi Terorê re.