Polîsên Alman bi ser mala Navenda Civaka Kurd Orhan Ateş a li Heilbronnê de girtin. Hincet ; ji ber axaftina di protestoya komkujiya Roboskiyê de kir!
Polîsên Alman duh danê sibê bi ser mala Serokê Navenda Civaka Kurdan a li Heilbornnê Orhan Ateş de girtin. Polîsan dest danîn ser belgeyên li Navenda Civaka Kurd û tu kes nehatin binçavkirin.
Polîsên Alman ji bo serdegirtinê jî hinceteke sosret nîşan dan. Hinceta serdegirtinê ew bû ku Ateş di xwepêşandana protestokirina Komkujiya Roboskî ya ku 34 zarok û ciwanên Kurd têde jiyana xwe ji dest dan de, axiviye û di mitîngê de dirûşima “Bijî Serok Apo” hatiye gotin.