Li Aksarayê çalakiya piştevaniya HDP'ê
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'yî xebatên xwe yên hilbijartinê bi berfirehî dewam dikin. Rêxistina HDP'ê ya Aksarayê, çalakiya piştevaniya HDP'ê lidar xist.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'yî xebatên xwe yên hilbijartinê bi berfirehî dewam dikin. Rêxistina HDP'ê ya Aksarayê, çalakiya piştevaniya HDP'ê lidar xist.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'yî xebatên xwe yên hilbijartinê bi berfirehî dewam dikin. Rêxistina HDP'ê ya Aksarayê, çalakiya piştevaniya HDP'ê lidar xist.
Di çalakiya bi şiyara "Em HDP, em diçin Meclîsê" hat lidar xistni de, ji Alîkarên Hevserokên HDP'ê û Parlamenterê Wanê Nazmî Gur, endama Meclîsa DBP'ê Şîrîn Altay, hevserokên rêxistinên Nîgde, Nevşehîr, Kirşehîr, Serokê HDP'ê yê Aksarayê Muhîttîn Yilmaz, rêveberên bajêr, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên herêmê, saziyên civakî yên sivîl û girseyeke qelebalix amade bû.
Axaftina vekirinê ya çalakiyê ji aliyê Serokê HDP'ê yê Aksarayê Muhîttîn Yilmaz ve hat kirin. Yilmaz got, "Bi hêvî û hêza hebûna me ya li vê derê re, beriya niha bi salekê dema me xwest rêxistina xwe ya bajêr vekin, bi qasî pênc hezar nîjadperest, rastgir û olperest ku qaşo welatparêz in, êrîşî rêxistina me kirin û xwestin lînç bikin."
Yilmaz anî ziman ku bi vê çalakiyê re xuya dike ku wan li Aksarayê rojên zor û zehmet li dû xwe hiştine û got, "Bi desteka hûn didin partiya me re, hûnê bibin pêşengên jiyana nû."
Yilmaz provokasyona li Tendurekê lanet kir û anî ziman ku piştî 7'ê Hezîranê li hemberî her şêwe provokasyonan, ew ê helwestek alîgiriya aştiyê nîşan bidin.
"EM Ê BENDÊ TARÛMAR BIKIN"
Alîkarê Hevserokên HDP'ê û Parlamenterê Wanê Nazmî Gur jî bal kişand ser hilbijartinên 7'e Hezîranê û got, "Tevger, partiyeke welê dikeve van hilbjiartinên 7'ê Hezîranê, ku wê çarenûsa Tirkiyeyê biguherîne. Ne tenê bala Tirkiyeyê bala Ewropayê û tevahiya cîhanê jî li HDP û serketina HDP'ê ye. Benda ji sedî 10'an a antî demokratîk a darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê danîn pêşiya me. Lê dîtin ku em vê benda ji sedî dehan tarûmar dikin."
Gur anî ziman ku di van hilbijartinan de ew ê li Aksarayê bi 3-4 qatan zêdetir deng werbigirin û got, "Bi vê desteka gelê Aksarayê re weke HDP em ê bendê hilweşînin."
Çalakî bi hunera Hozan Mahîr Karakoçanli dewam kir.