Li Agirî û Rihayê 5 kes hatin girtin, kesek hat binçavkirin-HAT NÛKIRIN

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin de, li Agirî 5 kes hatin girtin, li Rihayê jî welatiyek hat binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin de, li Agirî 5 kes hatin girtin, li Rihayê jî welatiyek hat binçavkirin.

AGIRÎ

Li navçeya Agirî Patnosê, tîmên tevgera taybet duh avêtin ser malan. Di serdegirtinan de B.D. ê 17 salî û welatiyên bi navê Ferdî Konaç, Mahsûn Ûzan û Îbrahîm Ûzan binçav kirin. Welatiyên hatin binçavkirin piştî ragirtina li emniyetê birin edliyeyê. Dozgeriyê her çar kes bi daxwaza girtinê radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir û dadgehê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew girt û şand GirtÎgeha Tîpa M ya Agirî. 

Li navçeya Tûtaxê jî, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Bulent Ogûl ê duh danê sibehê hatibû binçavkirin, bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hat girtin.

Abdullah Demîr ê ku li gundê Gamêşvan jî hat binçavkirin, tê payîn ku îro derkeve pêşberî dozger.

RIHA

Li navçeya Riha Pirsûsê, polîsan avêtin ser malan û di encamê de Mehmet Gozan Otgun girtin binçavan. Hat ragihandin ku Otgun ê sedema binçavkirina wî nehat zanîn birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.